STENBOL - Hejmara 139’an a Kovara Jinê bi manşeta “Çi bi Rojînê Kabaîşê bû?” derket.
	Hejmara 139’an a Kovara Jinê bi manşeta “Çi bi Rojînê Kabaîşê bû?” derket. Di vê hejmarê de di şexsê Rojîn Kabaîşê de komkujiyên li dijî jinan, xwegihandina edaletê û têrnekirina mekanîzmayên parastinê yên dewletê û pirsgirêkên din ên jinan hatin vegotin. 
	Nivîsên di hejmara nû de ev in:
	* Qêrîna qêrîneke bêdeng: Rojîn Kabaîş / Oznûr Deger
	* Saziya Tipa Edlî û xwegihandina edaletê ya jinan: Li ser dosyaya Rojîn Kabaîşê nirxandineke sazûmanî / Îrem Îlhan
	* Rojîn Kabaîş: Cînayeta di bin parastina dewletê de / Oya Açan
	* Komkujiyên jinan polîtîk in / Eren Keskîn 
	* Ji bo Rojînê û hemû jinan... / Zeynep Demîr 
	* Ji Ayferê heta Rojînê dema diguhere û wargehên xwendekaran ên qet naguherin / Sakîne Esen Yilmaz
								



