Mitînga 8’ê Adarê ya Wanê bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû

  • jin
  • 15:50 9 Adar 2025
  • |
img

WAN - Mitînga fînalê ya li Wanê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. 

Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê mitînga fînalê ya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat lidarxistin. Mitîng, bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinan em serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” hat li darxistin. Piştî axaftinan, Koma Jin MA’yê derket ser dikê û stranên xwe got. Jinan, li ber stranan govend gerandin. Piştî bidawîbûna konserê, jin ji qadê neçûn û heta demekî dirêj govend gerandin. 
 
Jinan herî dawî dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û ji qadê belav bûn.