Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan

  • jin
  • 14:16 8 Adar 2025
  • |
img

ÎZMÎR - Jînart Huner ragihand ku ew piştgiriyê didin banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye kirin û diyar kir ku divê hemû hunermend û rewşenbîr piştgiriyê bidin vê bangê.

Jînart Huner di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye kirin. Hunermend û rêveberên saziyan beşdarî civîna çapemeniyê ya li avahiya Jînart Huner bûn. Daxuyaniya çapemeniyê bi kurdî ji aliyê Rojkar Sagînç û bi tirkî ji aliyê Fatima Îraz ve hat xwendin.
 
‘Bang ji gelan re deriyê jiyanê vekir’
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku spasiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku careke din hêviya aştiyê da gelan û hemû kesên ku keda wan di vê pêvajoyê de heye û wiha hate gotin: “Em dixwazin diyar bikin ku em li pişt banga sedsalê ya ku rê li ber siyaseta demokratîk, hiqûq û edaletê vedike û dawî li pêvajoya pevçûnên 40 salî vedike, dikin. Weke kedkarên çand û hunerê em hevrêyên xwe yên bi salan ji bo zindî hiştina çand û hunera Kurdî jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Îro hewldan
 
Em careke din bi bîr tînin ku hunermendên ku dengê civakê ne, erk û mîsyona ronîkirina civakê ne. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû hunermend û rewşenbîrên ku divê di avakirina civakeke demokratîk û aştiyê de cih bigirin, dikin ku piştgiriyê bidin vê bangê.