AMED - MKG'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku civaka azad bêyî çapemeniya azad ne pêkan e û wiha got:"Di 8’ê Adarê de em bang li hemû jinan dikin ku hevgirtinê mezin bikin û bibin dengê rojnamegeran. Em ê bi hev re têkoşîna xwe ya ji bo cîhanek wekhev û azad bidomînin!"
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daxuyaniya nivîskî parve kir. MKG'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku 10 jinên rojnameger ji ber rastiyên ku nivîsandine di girtîgehan de ne û got:"Dengê wan dengê me ye. Em ê hem li hundir hem jî li derve bi hevgirtinê xurt bibin û rastiyan bibêjin."
MKG'ê di dewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:"
Çapemeniya Azad, Jina Azad!
Em îro 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ku sembola têkoşîna wekhevî, azadî û edaletê ya jinên cîhanê ye, silav dikin.
Li ser axa qedîm a Mezopotamyayê jinan bi têkoşîna xwe ya dîrokî civak veguheriye û bûye dengê berxwedan û hêviyê.
Em weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê li dijî zext, sansûr, tundî û cudakariya li ser jinên rojnameger têdikoşin û têkoşîna xwe didomînin. Em bi pênûs, kamera û dengê xwe heqîqetê dişopînin. Bi vê re em ê mafê jiyanê, ked, berxwedan û daxwazên jinan bidin ber çavan.
Rojnameger dema karê xwe dikin gef li wan tên xwarin, bi sansurê rû bi rû dimînin, bêkar tên hiştin û şîdetê dibînin. Lêbelê, em dizanin ku rastî bêdeng namîne! Weke rojnameger tevî zextan jî em ê bi hev re bi hêz bibin, piştgiriyê bidin hev û rastiyan bibêjin.
Îro 10 hevalên me yên rojnameger ji ber rastiyên ku nivîsandine di girtîgehê de ne. Lêbelê, em dizanin ew ê nikaribin rastiyê dîl bigirin! Dengê wan dengê me ye. Em ê hem li hundir hem jî li derve bi hevgirtinê xurt bibin û rastiyan bibêjin.
Civaka azad bêyî çapemeniya azad ne pêkan e!
Di 8’ê Adarê de em bang li hemû jinan dikin ku hevgirtinê mezin bikin û bibin dengê rojnamegeran. Em ê bi hev re têkoşîna xwe ya ji bo cîhanek wekhev û azad bidomînin!
Bijî têkoşîna jinan! Bijî çapemeniya azad! "