NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pergala azadîxwaz a avakirin re hem xwe birêxistin dikin hem jî parastina civakî xurt dikin. Endama Kevana Star a Zêrîn Evîn Colemêrgî, got: “Em, xwe bi ‘paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadiya jinê’ bihêztir dikin.”
Jinên Kurd ên ku bi têkoşîna xwe mohra xwe li sedsala 21'an dan, bi “Paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadiya jinê” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî pergala baviksalar xwe birêxistin dikin û jiyaneke nû ava dikin. Yek ji navendên ku di pêşengiya jinên Kurd de modela jiyana nû ya alternatîf tê avakirin jî Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya Herêma Federe ya Kurdistanê ye.
Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku di bin kontrola PDK’ê de ye û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve di sala 1998’an de hatiye avakirin, li dijî hişmendiya serdest a mêr, li dijî êrişên Tirkiye-Iraqê û ambargoya PDK’ê û zehmetiyên jiyanê erkên girîng digirin ser milê xwe. Jinên ku bi “Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê” li dijî hemû zext û êrişan hatine birêxistinkirin, bi pêşengiya têkoşînê statûya xwe ya civakî xurtir dikin. Jinên ku di bin sîwana Meclisa Îştar a ku di sala 2003’an de hate avakirin bi rêxistin bûne, ji komunên taxan heta meclisên gel, ji rêveberiya şaredariyê heta ewlekariya kampê di her qadê de cih digirin û bi akademiya ku ava kirine hem di derbarê hişmendiya zayendî de perwerdeyê dibînin hem jî didin.
Endama Têkiliyên ji derve ya Mexmûrê Eyşe Marînos û Endama Kevana Star a Zêrîn Evîn Colemêrg der barê pergala ku di bin sîwana Îştarê de li wargehê hatiye rûniştandin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
'MILÊ XWEPARASTINÊ ALIYÊ HERÎ GIRÎNG E'
Endama Têkiliyên ji derve ya Mexmûrê Eyşe Marînos anî ziman ku jiyana li Mexmûrê bi paradîgmaya Abdullah Ocalan û fikra neteweya demokratîk hatiye avakirin ji jiyaneke nû re modelek e û wiha behsa pergala ku hatiye rûniştandin kir: “Jinan bedelên geleke giran dane ku azadiya xwe mîsoger bikin. Çi hem aliyê civakî de û hem jî di aliyê parastina civakê de jî tedikoşin. Ji ber wê em dibêjin milê parastinê aliyeke geleke girîng e. Divê ku jin her tim hemû qadan de aliyê xwe yê parastinê pêş bixe. Ji ber ku asta bilindkirina têkoşînê dihêle ku mirov xwe biparêze. Deskeftiyên ku di nava xwe de bidestxistine jî jinên Kurd in, taybet jî niha hemû qadan de xwe bi rêve dibin û civaka xwe jî birêve dibin. Di nava jin û mêr de wekheviyê çêdikin. Li dijî hişmendiya desthilatdar a ku her tim dixwaze şeran bide meşandin hem seranserî cîhanê û hem jî bi taybet li herêmên Kurdan qirkirinek dide meşandin. Ew hêzên parastinê yê herî mezin jî di bin sîwana jinên têkoşer hatiye avakirin û derbasî jinên civakî jî bûye. Em niha dibînin ku li Mexmûrê ku xwe birêxistin dike jî gelek sazî û dezgehên jin hatin avakirin."
'BI ŞÊWAZÊ DEMOKRATÎK, EXLAQÎ Û POLÎTÎK BIRÊVE DIBIN'
Eyşe Marînos diyar kir ku jin pêşî di xwecihî de û piştre jî di saziyan de hatin birêxistinkirin û got ku li gel avakirina vê pergalê hevsengiya zayendî jî di wargehê de heta astekî hatiye rûniştandin û got: “Jin, xwe di bin sîwana Îştarê de birêxistin dikin û mafê xwe jî diparêzin. Di hemû qadan de jî xwe birêxistin dikin di rêveberina civakê de jî roleke mezin dilîzin. Di hemû qadan de jî rol û mîsyoneke mezin li pêş e. Di encama têkoşîna sedsalane em dibînin ku jin di hemû qadan de xwe birêve dibe û di hemû qadan de jî pergala hevserokatiyê hatiye meşandin. Ev pergal, ji herdu aliyan ve jî hatiye parastin. Zilam hevsengiya ku di nava herdu zayendan de hatiye meşandin jî ev civakeke exlaqî û polîtîk e. Wargeha Mexmûrê jî êdî ji tevahiya cîhanê re jî bûye mînak. Li vir hem di navbera herdu zayendan de hevsengiyek heye û hem jî li vir hemû sazî bi awayeke demokratîk, exlaqî û polîtîk tê birêvebirin. Sedsala 21'emîn taybet jî sedsaleke ku taybet pêşengtiya wê jinên Kurd dikin dê bibe sedsala azadiya jinê û sedsala azadiya hemû civakan jî. Li beramberî zilm, zordestî û tundiyê jin xwedî hêze ku guhertinekî pêk bîne. Êdî dem dema azadiyê û wekheviyê ye."
'JIN PÊŞENGTIYÊ DIKIN'
Endama Kevana Star a Zêrîn a Mexmûrê Evîn Colemêrg jî bi lêv kir ku li Mexmûrê di parastina civakê de jin roleke girîng û sereke dilîzîn û ev tişt anî ziman: “Îro jin civakê birêve dibe û pêşengtiya civakê dike. Parastina wê, têkoşîna wê ji bo me girîng e. Weke jinên Mexmûrê em 8'ê Adarê bi rihê Newrozê pêşwazî dikin. Ji ber ku 8'ê Adarê destpêka biharê ye. Mexmûr ciheke taybet e û di bin paradîgmaya Rêber Apo de xwe daye avakirin. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi perwerde kiriye. Di fikir û felsefeya ku li Mexmûrê de hatiye avakirin de herî zede jin rola xwe dilîzin. Ji ber ku em dizanin Rêber Apo herî zêde girîngiyê dide jinê û em jî hewl didin bi layiqî pêşengtiya wê bikin. Li vir di her saziyekê de jin pêşengtiyê dikin. Çi dibe bila bibe divê em bikaribin ji bo civaka xwe, ji bo zarokên xwe û ji bo pêşeroja xwe pêşengtiyê bikin."
'PARASTINA CIVAKÊ DIVÊ JIN BIKIN'
Evîn Colemêrg diyar kir ku di avakirina neteweya demokratîk de xweparastin hêmana herî girîng e û wiha got: “Pêşengtî ne tişteke ewqas hêsan e. Pêşengtî berpirsyariyê dixwaze, pêşengtî zanebûnê dixwaze. Jin çiqasî zanebe civak jî ewqasî zana dibe û ji ewqasî dê karibe birêve bibe. Di malê de jin dayik e, mamosteya ewil e. Li vir jî vê pêşengtiyê jin dike. Îro li Mexmûrê di bin hemû şert û mercan de em dikarin bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe biparêzin. Weke jin xweparastin û civaka xwe parastin hin baştir tê meşandin. Pergal dixwaze ku hin tiştan li ser me bide meşandin lê me tu caran ev qebûl nekiriye û em ê qebûl jî nekin. Divê taybet jî parastina civakê em jin hildin ser milê xwe. Ji ber ku her jinek xwedî bi hêze ku malbata xwe, derdora xwe û civaka xwe biparêze. Ji bo wê yekê em bibin xwedî rol û mîsyon ku em bikaribin parastina xwe û hêza xwe ava bikin û berxwedaniya xwe pêşve bibin."
MA / Zeynep Durgut