Jin li edliyeyê ne: Em ê dozên Narîn û Rojînê bişopînin

  • jin
  • 10:52 26 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - Jinên ku beriya danişîna doza qetilkirina Narîn Guranê daxuyanî dan, wiha gotin: “Em ê heta dawiyê dozên Narîn, Rojîn û hemû jin û zarokên hatine qetilkirin bişopînin.” 

Danişîna duyemîn a qetilkirina zaroka bi navê Narîn Guran (8) ku di 21’ê Tebaxê de li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê winda bû û di 8’ê Îlonê de cenazeyê wê hate dîtin, tê lidarxistin. Beriya danişînê, pêkhateyên Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê li pêşiya Edliyeyê daxuyanî dan. Nûnerên gelek rêxistinên jinan û zarokan jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de di destpêkê de rêvebira Komeleya Jinan a Rosayê Berfîn Polat got ew ji bo daxwaza edaletê bilind bikin li vir in. 
 
Merve Karadaş a metna çapemeniyê xwend got ew ê şopdarê doza Rojîn û Narînê bin. Her wiha Merve Karadaş da zanîn ev cinayet ne takekesî ye sîstematîk e. 
 
Merve Karadaş da zanîn ew encax bi piştevanî û têkoşînê guhertinekê çêbikên û got: “Em bang li her kesî dikin ku piştevaniya me mezin bikin, dengê me bilind bikin ûpiştgiriyê bidin têkoşîna edaletê." 
 
Piştre girse ji bo rûniştinê derbasî eywana rûniştinê bûn.