Piştî Roboskî ji cemaetê veqetiya: Hûn çi dibin bibin werin HDP’ê

  • jin
  • 13:28 6 Hezîran 2018
  • |
img

ÎZMÎR – Aysel Gezgîncî, piştî komkujiya Roboskî ji cemaeta û partiyên rastgir ên muhafazakar qetiya û tev li xebatên HDP'ê bû. Gezgîncî, li Îzmîrê ji bo serkeftina HDP'ê derî bi derî degere. Gezgincî, diyar kir ku hemû bawerî û fikir dikarin bi hêsanî xwe di nava HDP’ê de bînin ziman û wiha got: “Wekî Mewladan gotiye Hûn çi dibin bibin, werin HDP’ê" 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmirê wekî hemû bajarên din tevî namzet, rêveber û dildaran bi şev û rojan xebatên xwe berdewam dike. Li navçeya Bornova ya Îzmirê jî yek ji dildarên ku xebatên HDP'ê dimeşîne Aysel Gezgincî ye. Gezgîncî, mal bi mal digere û belavok û buroşurên HDP'ê belav dike. Gezgîncî, piştî komkujiya Roboskî dest ji partiyên rastgir û cemaetê berdan û tev li xebatên HDP'ê bû. Gezgîncî, piştî di 7'ê Hezîranê de tev li xebatên HDP'ê bû, niha ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê jî xebatan dimeşîne. Gezgîncî, diyar kir ku li Îzmirê ji dayik bû û mezin bû û ji ber ku mirovek bawermend e qebûl nake li hemberî komkujiya mirovan bêdeng bimîne. Gezgincî, da zanîn ku piştî komkujiya Roboskiyê ket nava lêpirsînê û wiha got: "Hemû kesên ometa Hz. Muhammed in divê berî her tiştî umet be piştre bibe millet û wiha got: "Têkoşîna me ya mirovahiyê ye. Her kes xwedî mafê jiyana azad e. Min piştî rastiya komkujiya Roboskê xwe bêtir dît. Hevserê min jî piştî qedexeya li Cizîrê ket ferqa gelek tişan. Ez di xebatên hilbijartina 7'ê hezîranê de ketim nava xebatên HDP’ê. Dema ez û hevserê xwe çûn buroya hilbijartinê ya HDP'ê em rastî eleqeyek gelek mezin hatin. Dema em tev li daxuyaniyan bûn, polîsan hatin em dorpêç kirin. Ez tu wateyê nadim vê yekê. Ji ber ku serê min girtî ye kez bawer nake ku ez di nava HDP'ê deme. Min fam kir ku HDP li gorî partiyên din nexwedi mafên wekhev e û di bin zextan de ye. Ez roj bi roj bêtir xeta HDP'ê fam dikim. Em dikarin bi hêsanî fikr û ramanê xwe bînin ziman û parve bikin. Ji bo aştî, demokrasî, xwişk û biratiyê min HDP tercih kir."
 
EZ XWE WEKÎ ŞEYTANÊ BÊ ZIMAN NABÎNIM
 
Gezgîncî, destnîşan kir ku ger li hemberî zilm û bindestiye bêdeng bimîne dibe wekî şeytanê bê ziman û wiha got: "Min berê xwe wekî şeytana bê ziman didît. Ez li hemberî neheqiyê bêdeng bûm. Lê niha ne wisa me. Piştî gelek zext zêde bûn gelek kesên muhafazakar êdî bi dizî dengê xwe didin HDP’ê. Dibe ku ji tirsa der û dorê nayên HDP'ê, lê li ser sindoqan dengê xwe didin HDP'ê. Divê em vê tirsê ji ser xwe bavêjin. Divê em bi wêrekî tev bigerin." 
 
EZ HERÎ ZÊDE LI HDP'Ê BAWERIYA XWE DIJÎM
 
Gezgîncî, da zanîn ku her çendî HDP li gorî îktidarê wekî partiyek li dijî dîn xuya bike jî ne wisa ye û wiha bi dawî kir: "Xwedê mafê jiyanê hem daye misliman û hem jî daye ne mislimanan. Ger ku xwedê kesên ne misliman berderî neke, çima em wan berderî bikin? Her mirovek di fikr û baweriya xwe de azad e. Divê em kesên oldar kesên din berderî nekin. Cihê ku ez herî zêde baweriya xwe lê dijîm HDP ye. Ez bang li her kesî dikim ku tev li HDP'ê bibe. Ji ber ke HDP li ser baweriyê siyasetê nake. Her kes dikare bi baweriya xwe bijî. Ez niha ji bo hilbijartina Serokomariyê û wekiltiyê mal bi mal kolan bi kolan digerim. Em bi çarçefa xwe belavokan belav dikin. Ez pir ji mirovan hez dikim. Bi tevlebûna min a HDP'ê pir kêfxweş in. Pir erênî dinerin. Xebat û rojên me pir xweş derbas dibin. Em dibêjin mirov çi dibin bila bibin bila bên HDP’ê. Ziman, bawerî û nasnameya wan çi dibe bila bibe bila werin HDP'ê. Bi taybetî bila jin wêrek tev bigerin. Em dê bi ser bikevin. Wekî Mevlana gotiye "Tu çi dibe bibe were. Were HDP'ê. 
 
MA / Ayşe Surme - Ruken Demîr