Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin

  • jin
  • 09:20 21 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL- Di çarçoveya kampanyaya ku TJK-E dadestpêkirin de, bi hezaran jinên li Ewropayê wê 4 mehan her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT’yê re bişînin. 
 
Tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê, 25 sal in didome. 37 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û ligel vê Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” kdi asta duyem de didome. Di vî warî de tevgera jinên kurd jî li Ewropayê, di çarçoveya kampanyayê de hin rêzeçalakiyan li dar dixe.
 
Di vê çarçoveyê de Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), di 4’ê Nîsanê de çalakiya bi navê “Hezar jin, yek deng” da destpêkirin. Di çarçoveya çalakiyê de, aktivîstên rêxistinên jinan, akademîsyen û saziyên sivîl jî di nav de ji gelek deverên Ewropayê jin, dibêjin fikirên Abdullah Ocalan fikirên wan in û vîdeoyan dikişînin. 
 
Vîdyoyên ku hatin ber destê di TJK-E'yê, hêdî hêdî tên weşandin. Heya niha nêzî 300 vîdeo hatine weşandin. Gava kampanya bigihê hezar vîdeyan wê bi dawî bibe. 
 
WÊ 4 MEHAN NAMEYAN BIŞÎNIN
 
TJK-E'yê di 19'ê Nîsanê de jî ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kampanyaya nameyan da destpêkirin. Name wê ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re bên şandin. Kampanya ku li Berlînê dest pê kir, wê 4 mehan bidome û wê di vî çar mehî de name bên şandin ku CPT bi berpirsiyariya xwe zanibe. 
 
Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplanê têkildarî xebatên di çarçoveya kampanyayê de ji ajansa me re axivî. Kaplanê diyar kir ku armanca wan ew e ku dengê jinan û gelan bikin yek. 
 
WÊ BEHSA ABDULLAH OCALAN BIKIN
 
Kaplanê da zanîn ku jinên ji erdnîgariyên cuda, neteweyên cuda, komên ziman, bawerî û çandên cuda bi çalakiya “Hezar jin, yek deng” piştgirî dane kampanyayê. Kaplanê diyar kir ku ji Rojhilata Navîn heta Afrîka, Asya û Ewropayê ji welatên cuda yên cîhanê nêzî 300 jinan vîdeo kişandine û wan gihandine wan û wiha pê de çû: “Ev vîdeo, rojane yek bi yek li platformên medyaya dîjîtal tên nîşandan. Jinên ku van vîdeoayn dişînin ji rêxistinên jinan ên cuda e. Bi awayekî din, jinên li welatên cuda û ji çandên cuda, ezmûnên xwe çawa di perspektîfa Abdullah Ocalan de dibînin, vedibêjin."
 
'JIN JÎYAN AZADÎ'
 
Kaplanê anî ziman ku felsefeya "Jin Jiyan Azadî"yê ya Abdullah Ocalan veguheriye dirûşmeyeke ku li hemû cîhanê belav bibe û got: "Dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî'yê bandoreke mezin li ser xwenasîn û xwenaskirina jinan kiriye. Jin li hemû cîhanê li dora vê dirûşmeyê dibin yek. Hê ji niha ve jinên Şîlî, Katalonya, Kurdistan, Îngilîstan, Almanya, Hindistan, Oromîa, Swîsre û Afrîkaya Başûr bi peyamên xwe yên vîdeoyî tevlî dibin û doza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin."
 
Kaplanê anî ziman ku demeke diyarkirî ya kampanyaya "Hezar jin, yek deng" tune ye û got ku dema bigihêje hezar jinan wê ber bi asteke din ve biçe. 
 
Kaplanê bal kişand ser kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’yê re û got: “Di nameyan de wê ji CPT’yê were xwestin ku demildest biçe Îmraliyê û agahî ji Ocalan bigire. Di vî warî de wê bi hezaran name biçin."
 
Kaplanê da zanîn ku kampanya ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan girîng e û got ku wekî tevgera jinan wê çalakiyên wan ên li dijî tecrîd û polîtîkayên tasfiyeyê bidomin.
 
MA/ Esra Solîn Dal