Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman

  • jin
  • 14:19 19 Nîsan 2024
  • |
img
WAN - Li navçeya Tûşbayê zaroka bi navê B.D.S. û li navçeya Artemetê jî Şukran Badakûl bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Zaroka bi navê B.D.S. ku hate diyarkirin xwendekara lîseyê ye duh bi şev li Taxa Îstasyonê ya girêdayî navçeya Tûşba ya Wanê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Di mudaxileya ewil a ji aliyê tîmên tenduristiyê ve hate kirin de hate tespîtkirin ku B.D.S.’yê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê zarokê ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê. Hate diyarkirin ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê lêpirsîn daye destpêkirin. 
 
MIRINA BIGUMAN A JINEKÊ  
 
Li TOKÎ’yên Nû yên girêdayî navçeya Artemêtê jî Şukran Badakûl (28) bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Xizmên Badakûl ku demekî dirêj agahî jê newergirtin rewş ji polîsan re ragihand. Tîmên polîsan û tenduristiyê yên hatin mala ku Badakûl lê dijiya, bi cenazeyê wê re rûbirû man. Hate îdiakirin ku ji aliyê hevjînê Badakûlê ve tundiya psîkolojîk a sîstematîk lê dihate kirin.