Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin

  • jin
  • 10:22 19 Nîsan 2024
  • |
img
BOLÛ - Serkan Zengîn, hevjîna xwe û bavê wê qetil kirin. Faîl Zengîn hate binçavkirin. 
 
Li Taxa Saglik a li navçeya navendî ya Bolûyê zilamê bi navê Serkan Zengîn hevjîna xwe Meltem Zengîn û bavê wê Tûrgût Doganyîgît qetil kir. 
 
Êriş li mala malbata Meltem Zengîn pêk hat. Tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di kontrola tîmên tenduristiyê kirin de hate diyarkirin ku Tûrgût Doganyîgît li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Meltem Zengîn a bi awayekî giran birîndar bû jî piştî mudaxileya ewil rakirin nexweşxaneyê lê nehate xelaskirin û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tûrgût Doganyîgît jî piştî lêkolîna cihê bûyerê rakirin morga heman nexweşxaneyê. 
 
Faîl Zengîn ê hevjîn û xwezûrê xwe qetil kir, ji aliyê tîmên polîsan ve hate binçavkirin û birin Amîrtiya Buroya Cînayetan a Midûriyeta Polîsan a Şaxa Asayîşê.