Li Ebexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 11:02 12 Nîsan 2024
  • |
img
WAN - Jina bi navê M.B. li navçeya Ebexê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Jina ciwan a bi navê M.B. (20) li mala kekê xwe ya li Taxa Cumhuriyetê ya navçeya Ebex a Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Piştî agahdarkirinê, komên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di mudaxileya ewil de hat tespîtkirin ku M.B. jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê M.B. ji ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ebexê û piştre jî birin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya li Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) ya Wanê. Herî dawî jî radestî malbata wê hate kirin. 
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.