Tecawiz, şantaj û fihûş: Cerdevanê faîl û hevalên wî beraet kirin

  • jin
  • 09:03 12 Nîsan 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Tevî cerdevanekî 4 kesan bi awayekî sîstematik destdirêjî li jinekê kirin û fihûş lê ferz kirin. Bi giliya jina rastî tecawizê hatiye, lêpirsîn hate destpêkirin. Dozger ji ber giliyê hatiye kirin sal û nîv piştî bûyerê der barê cerdevan û hevalên wî de bi hinceta “ne li gorî jiyana asayî ye" biryara beraetê da.
 
Jina gilî kiriye anî ziman ku bersûc ji sala 2021’an heya sal û nîvekê bi awayeke sîstematîk tecawizî wê kirine û fihûşê lê ferz kirine. Piştî giliyê jinê lêpirsîn hate destpêkirin û îfadeyên faîlan hatin girtin. 
 
Ji bersûcan Suud Çelîk bi îfadeya “bi dildar bû”, Çetîn Tag jî bi îdiaya “bêbextiyê” xwe parastin. Cerdevan Yakup Akyol jî îdia kir ku wî nehiştiye ku jin biçe çiyê û got ku ji ber vê yekê rastî bêbextiyê hatiye. Serdozgeriya Komarê ya Dêrikê bi daxwaza kontrola şertên edlî bersûc sewqî dadgehê kir. Dadgeh di biryara xwe de diyar kir ku dê sepanên “kontrola edlî” giran were û der barê bersûcan de tenê biryara “qedexeya derketina derve" da. 
 
Di biryarê de wiha hat gotin: “Dema rewşa sûcê tê payîn û delîlên heyî didin ber çavan dê tevdîrên kontrala edlî giran were. Heke tenê qedexeya derketina derve were sepandin dê bêhtir bipîvan be.” 
 
BIRYARA NEŞOPANDINÊ HATE DAYÎN
 
Jina rastî tecawizê hatiye dê were parastin û îtîrazên parêzeran ên ji bo girtina bersûcan hatiye kirin jî hate redkirin. Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Dêrikê dabû destpêkirin bi dawî bû. Dozgeriyê der barê bersûcan de biryara “neşopandinê” da. 
 
Di çarçoveya lêpirsînê de di telefonên faîlan de dîmênên destdirêjiyê yên jina rastî tecawizê hatiye, hatin dîtin. Nivîsên di navbera jin û faîlan de jî îfadeyên jinê piştrast kirin. Tevî vê jî dozger ji bo îfadeyên jinê got “razber in.” Herwiha di biryara dozger de hat diyarkirin ku di telefona Yakup Akyol de 7 dîmenên naveroka xwe ve zayendî û 17 wêneyên naveroka xwe ve zayendî hatine dîtin. Herwiha hat gotin ku dîmenek ji hêla telefona faîl ve hatiye kişandin. 
 
Dozger bilêv kir ku derveyî gotinên jina gilîkar tu delîlên şênber nîn in û ev tişt gotin: “Her çiqas gilîkar bêje ku ew rastî destdirêjiyê hatiye jî, divê ev yek bi lezgînî bihata gilîkirin. Gilîkirina sal û nîv şûnde, tiştekî asayî nîne. Malbata jina gilîkar xwestiye wê bi yekî din re bide zewicandin û jina gilîkar li dijî vê helwesta malabata xwe û ji ber xwe ji zexta civakê xelas bike îfadeyên wisa daye.” 
 
DOZGER TEVÎ DÎMENAN GOT ‘BI DILXWAZÎ YE'
 
Jina gilîkar tevî ku dîmenên destdirêjiyê xistiye di nava dosyeyê de, dozger ev îdiaye kir: "Di telefonên bersûc Yakup Akyol û Çetîn Tag de tu wêne û dîmenên bi naveroka xwe ve zayendî nehatine dîtin û nehatine kişandin, tu peyamên şantajê nehatine dîtin. Suut bi dildarî dîmenek teslîm kiriye û demekê Suut û gilîkar hevaltî kirine. Dema em dîmenên peyam şandina herduyan didin ber çavan tê fêmkirin ku dîmên bi darê zorê nehatiye kişandin û derveyî van îfadeyan jî tu delîlên şênber nîn in. (…)” 
 
PRZ. KOÇ: BIRYAR DERVEYÎ HIQÛQÊ YE
 
Parêzer Dîlan Koç îtîrazî biryara dozger kir. Koç di daxwaznameya xwe ya îtîrazê de destnîşan kir ku biryara hatiye dayîn derveyî usûl û qanûnê ye û wiha got: “Biryara ku hema bêje hemû bersûcan pak dike ji nakokiyan pê de tiştek nîn e.” 
 
Koç di daxwaznameya xwe de bal kişand ser naverokên di telefonên bersûcan de û wiha got: “Dozger dîmenên jina gilîkar di telefona Harun Yilmaz de dîtiye û ji wan re gotiye hevaltiya hestiyarî ye. Heke em baweriya xwe bi vê yeke bînin jî, em ê çawa jê bawer bikin ku Yilmaz bi van dîmenan şantaj nekiriye. Hêj ku delîl baş nehatine lêkolînkirin biryara neşopandinê hatiye dayîn. Tu gotinên jina gilîkar nehatin lêkolînkirin. Di dosyeyê de lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin û biryara neşopandinê ji ber lêkolînên lewaz kêm maye û derveyî hiqûqê ye.” 
 
MA / Ahmet Kanbal