Li Bursayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 16:37 11 Nîsan 2024
  • |
img
BURSA - Jina bi navê Gaye Kayan ku li Dibistana Amadehî ya Celal Bayar a Gemlîkê mamostiya zimanê ingilizî dikir, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Jina bi navê Gaye Kayan (54) ku li Dibistana Amadehî ya Celal Bayar a Gemlîk a Bursayê mamostiya zimanê ingilizî dikir, li mala lê dijî mirî hate dîtin. Li ser agahdarkirinê, komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin. Di mudaxileya ewil de hate tespîtkirin ku Kayan jiyana xwe ji dest daye. Ji bo sedema mirina biguman a Kaya were zanîn, cenazeyê wê ji bo otopsiyê rakirin Morga Saziya Tipa Edlî ya Bursayê.