‘Tofana serhildanê’ ya Abdullah Ocalan: Uveyş Ocalan

  • jin
  • 10:13 11 Nîsan 2024
  • |
img

RIHA - Bi ser wefata dayika Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan re 31 sal derbas bûn ku Abdullah Ocalan bi gotina “Tofana serhildanê bû” vedibêje. 

Bi ser wefata dayika Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan re 31 sal derbas bûn ku Abdullah Ocalan weke çavkaniya xwe ya têkoşîna jinan pênase dike. Uveyş Ocalan ku Abdullah Ocalan weke “Tam tofana serhildanê bû. Serî li ber tu kesî neditewand.” Vedigot, di 11’ê nîsana 1993’yan de ji ber nexweşiya şekirê jiyana xwe ji dest da. Dayika Uveyş Ocalan ji gundê Erahê Xelfetiyê yê ku weke “gundê komunist” dihat pênasekirin û bavê wê jî ji gundê Amarayê bû. Uveyş Ocalan di 26’ê mijdara 1918’an de ji dayik bû. 
 
Di tevahiya 75 salên emrê xwe de her tim serî hil da û serî netewand. Hêj di temenekî pir biçûk de bi kesekê qet nas nedikir re hate zewicandin. Piştî ku hevjînê wê jinek qetil kirî û li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, Ocalan ev gund terikand. Çendek sal piştre jî bi Omer Ocalan re hate zewicandin. 
 
Ji vê zewacê zarokên wê Nevde, Bînnaz, Havva, Eyne, Fatma, Abdullah, Mehmet, Osman û Alî ji dayik bûn. Zarokên wê Nevde û Bînnaz hêj çendek mehî û Alî jî di 12 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Ji ber nexweşiya xwe ya şekirê dema li nexweşxaneyeke Edeneyê dihat tedawîkirin, ji ewil lingekî Uveyş Ocalan hate birîn û piştre jî di 11’ê nîsana 1993’yan de li Edeneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê anîn gundê Amarayê û bi tevlibûna hezaran kesan li cem hevjînê xwe Omer Ocalan hate definkirin. Gelên Tirkiyeyê Ocalan a ku her sal li ser gora xwe tê bibîranîn bi Rêberê PKK’ê re nas kir. 
 
'ÇÎROKA JINA KU XWE DI NAVA SÎNORAN DE NEGIRTÎ’ 
 
Abdullah Ocalan têkoşîna jiyanê ya dayika xwe wiha vedibêje: “Jiyana dayika Uveyşê, çîroka jinekê ye ku civakîbûna xwe ava nekirî lê di heman demê de zêde neketiye nava sînorên ji hêla civakê ve hatine xêzkirin. Şerkeriya wê li aliyekî şerên têkoşîna li dijî neheqiyên dihatin kirin bû, li rexa din jî bandora bêhizûriya jineke ku nekarî çanda xwe ya xwedawendiyê bijî bû.” 
 
Hevjînê Uveyş Ocalan di 17’ê mijdara 1975’an de jiyana xwe ji dest da û kurê xwe Abdullah jî du meh piştî wefata hevjînê xwe, di sersaxiyê de dît ku ev dîtina dawî bû. Uveyş Ocalan heta roja jiyana xwe ji dest dayî jî tekane daxwaza wê ew bû ku kurê xwe Abdullah bibîne lê hêj ev daxwaza wê hasil nebûyî wefat kir. 
 
'HEQÊ DAYIKÊ DIKARE BI TÊKOŞÎNÊ WERE DAYÎN’
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dema di pirtûk û parastinên xwe de behsa dayika xwe dike dibêje ku “şerê” li dijî neheqiyan ew ji dayika xwe hîn bûye û wiha tîne ziman: “Heqê dayiktiyê tenê dikare bi têkoşînê were dayîn. Di esasê xwe de heqê dayikekê jî mirov tenê dikare wiha bide. Mirov dikare çawa eleqeyê nîşanî jinekê bide? Bi şêweyê ku me di dahûrandinên azadiya jinê de nîşan dayî dikare bersiveke watedar were dayîn. Hewcehî bi diyariyên biçûk nîne; li gorî min dahûrandina azadiya jinê mezintirîn rêzgirtina ji bo dayikekê ye. Heke ne ji bandora dayika min bûya, gelo dê min bikariya wiha nêzî jinan bibim? Bandora vê têkiliyê ya neyekser a li ser min kir ku ez bi baldarî nêzî jinan bibim.” 
 
TÊKOŞERA MEZIN
 
Abdullah Ocalan ku dayika xwe ji xwe re weke rêber dibîne, dayika xwe weke “têkoşera mezin” pênase dike û wiha dibêje: “Hêj di temenekî biçûk de şerkirin hînî min kir. Hêj niha jî bandora wê li ser min heye. Dayika min di min de hestekî wiha ava kir. Tu nikarî xwe bi spartina min, bi alîkariya min, bi girî û gazincan bijî. Divê teqez bersiveke te hebe. Her çend pir kevnare be jî mîna tolhildanekê yan jî hestekî gihaştinê bû. Dayika min tam jî tofana serhildanê bû. Li gund weke jina serhildêr dihat naskirin. Serî li ber tu kesî neditewand.  Bêyî ferq û cudahiyê bixe navberê bi ser jin û mêran de diçû û hesab jê dipirsî.” 
 
ÇANDA XWEDAWENDA
 
Di pirtûkên xwe de Ocalan têkildarî dayika xwe van tespîtan dike: “Min ji bo dayika xwe gotibû ji ‘çanda xwedawendiyê ya neolotîkê ma ye.’ Mîna wan qelew bû. Wateya dayiktiyê ya çêker a modernîteyê di serê me de ava kirî, nehiştibû ez wê pîroziya di wê de bibînim. Tevî êşên giran ên min jiyayîn jî ez tu caran pir cidî ji ber bûyerekê negirîm. Lê piştî min qalibên modernîteyê hilweşandî, di serî de dayika min û di şexsê wê de hemû dayikên li herêmê (Rojhilata Navîn) bi xemgînî û çavbihêsir bi bîr tînim û lê dinêrim... Pêşniyara min ew e ku her kes piştî hilweşandina qalibên modernîteyê li têkiliyên dayik-baviktiyê binêrin...
 
REMZA DAWÎ YA ÇANDA XWEDAWENDIYÊ 
 
Heke min guh dabûya hişyariyên mezin ên dayika xwe, dibûya ku rêya van trajediyên min jiyayîn venebûbûya. Lê dayika min belkî jî remza dawî ya çanda xwedawendiyê bû ku piştî bi hezaran salan li ber tunebûnê bû. Bi wî halê xwe yê biçûk ji vê remzê neditirsiyam û min zêde pêdivî bi hezkirinê jî nedidît û xwe azad hîs dikir. Lê belê min tu caran ji bîr nekir ku tekane şertê jiyana min parastina namûs û rûmeta wê ye. Dê min rûmeta wê biparasta lê bi şêweyê ku wekî ez dizanim. Piştî vê dersê dayika min êdî ji bo min tune bû. Dema ew bermahiya xwedawendiyê ji bala min diçû, min tu caran hewcehî pê nedît bê ka ji bo min çi dibêje. Veqetîneke zalimane bû lê ev rastiyek bû. Nizanim êdî kehanet bûn, nifir bûn êdî her çi bin, di her kêliya trajîk de dihat bîra min. Ev rastiyên wisa bûn ku kesên herî zana jî nedikariya tespît bikin. Yek ji gotina wê ya herî rast ev bû; ‘Tu gelek baweriya xwe didî hevalên xwe lê dê bi tenê bimînî.’ Lê rastiya min jî ew bû ku dê min civakîbûn bi hevalên xwe ava bikira. Avakirina çîroka jiyana min wiha dest pê dike. Dayika min bixwesta jî civakeke ku bide min tune bû. Pi ji zû ve belav bûbû.” 
 
LI XAKA VEGERIYA
 
Fatma Ocalan jî dema behsa dayika xwe Uveyş Ocalan dike dibêje; “Di bîra min de her tim weke keseka hişk û ya ji gotina xwe nedihat xwarê ma ye. Herî dawî Serok di taziyeya bavê min de dît. Daxwaza wê ya herî mezin ew bû ku wî careke din bibîne. Her tim qala wî dikir. Lê bêyî ku bibîne mir. Di tevahiya jiyana xwe de her tim hêrsekê wê hebû. Ji gotina xwe nedihat xwarê. Dema li vir dijiya, piştî darbeyê çû Edeneyê. 10 salan li wir ma lê dîsa vegeriya xaka xwe. Lê çendek sal piştre jiyana xwe ji dest da.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî