MKG: Bi hêviya ku Cejna Remezanê bibe wesîleya azadiya çapemenî û rojnamegeran

  • jin
  • 14:06 10 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - MKG’ê bi daxuyaniyekê Cejna Remezanê pîroz kir û got: “Hêvî dikin ku Cejna Remezanê ji bo hemû mirovahiyê aştî, aramî û bextewariyê bîne û bibe wesîleya azadiya çapemeniyê û rojnamegeran.”
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi boneya Cejna Remezanê peyama pîrozbahiyê weşand. Di peyamê de hat gotin ku hêvî dikin ku Cejna Remezanê ji bo hemû mirovahiyê aştî, aramî û bextewariyê bîne. 
 
Peyama MKG’ê wiha ye: 
 
“Ev rojên taybet dibe sedem ku piştevanî zêde bibe, dibe sedem ku mirov hîn zêde balê bikşîne ser pirsgirêkên civakî û di van rojên taybet de ji bo çareseriya pirsgirêkan hêvî geş dibin. Em bawer dikin ku ev cejn wê bi taybet di qada azadiya ravekirin û azadiya çapemeniyê de li dijî zehmetiyên tên kişandin, bibe sedema hişyariyê. Her wiha em bawer dikin ku di cejnê de ew ê xîreta têkoşînê ya derbarê mijarên bi vî rengî de hîn zêde bibe. Em hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya azadiya çapemeniyê û hemû rojnameger bikaribin bi awayekî azad di nava civakê de karê xwe bikin. 
 
Wekî jin em bi gelek zehmetiyan, zextan û astengiyan rû bi rû dimînin. Lê belê ev yek biryardariya dewamkirina faliyetên me yên pîşeyî bi hêztir dike. Em hêvî dikin ku Cejna Remezanê rihê piştevaniyê xurt bike, têkoşîna me ya azadiya çapemeniyê û têkoşîna me ya wekheviya zayendiya civakî xurtir bike. 
 
Em dixwazin binê girîngiya têkoşîna xwe ya wekî MKG'ê em di warê parastina mafên rojanamegeran û azadiya ravekirin û azadiya çapemeniyê de bi cih tînin, xêz bikin. Em li dijî her sansur û zextê sekna xwe didomînin. Em ê bicihanîna berpirsiyariya pîşeya xwe dewam bikin. Her wiha em ê pîşeya xwe bi awayekî bi rûmet bidomînin. 
 
Bi wesîleya vê cejnê em hêvî dikin ku di serî de kedkarên çapemeniyê yên di girtîgehan de û her kes cejneke bi aştî û bi bextewarî derbas bikin. Em hêvî dikin ku Cejna Remezanê ji bo cîhana me edalet, aştî û aramiyê bîne.”