Rêxistinên jinan: Encamên hilbijartinê destkeftiyên jinan e

  • jin
  • 10:14 10 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - Ji Piştevaniya Jinan a Kirkyamayê Elîf Baysal encamên hilbijartinê nirxand û wiha got: “Ev destkeftî bi saya berxwedana domdar a tevgera jinên kurd derketin holê.” Ji Komeleya Dema Jinan Newroz Unverdî jî got ku ya girîng birêxistinkirina pêvajoya piştî bidestxistina şaredariyan e. 
 
Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de tifaqa AKP-MHP’ê derbekî giran xwar. Nîqaşên li ser encamên hilbijartinê didomin. Îktîdara ku têkoşîn û destkeftiyên jinan hedef digire, hewl da li Wanê û gelek deverên din îradeya gel xesp bike. Lê bi saya berxwedana gel, ev hewldan têk çû. Rêxistinên jinan encamên hilbijartinê nirxandin. 
 
Ji Piştevaniya Jinan a Kirkyamayê Elîf Baysal got ku encamên hilbijartinê qada tevgerê ya jinan fireh kiriye û ev tişt anî ziman: “Bersiva gel a li ser sindoqê daye faşîzma AKP-MHP’ê, mirûzê gelek derdoran xweş kir. Ji hêla têkoşîna jinan ve jî girîng bû ku êdî mutabên me yên şaredariyê dê bikarin rêya guftûgoyê vekin. Lê dê têkoşîna me ya jinan bênavber bidome. Jin êdî dê di rêveberiyên herêmî de jî xwedî gotin bin û ev yek hem ji bo siyaseta têkel hem jî destkeftiyên jinan ba be. Bê guman ev destkeftî encama berxwedana bi salan a biîstîqrar a tevgera jinên kurd e.”
 
'DÊ NEKARIN VÎNA GEL TUNE BIHESIBÎNIN’ 
 
Baysal, diyar kir ku îktîdarê hewl da di serî de Wan, li gelek cihan îradeya gel xesp bike. Baysal, wiha domand: “Xwestin bi rêya tundiya polîsan, girtin û binçavkirinan berxwedan û cisareta gel têk bibin. Lê çi bikin jî dê nekarin îadeya gel tune bihesibînin.” 
 
'ENCAMÊN HILBIJARTINAN DESTKEFTIYÊN JINAN E’ 
 
Ji Komeleya Dema Jinan Newroz Unverdî jî anî ziman ku encamên hilbijartinên 31’ê Adarê ji hêla tevgera jinan ve destkeftiyeke. Unverdî, wiha pê de çû: “Îktîdara AKP-MHP’ê hebûna xwe li ser êrişa li dijî têkoşîn û tevgera jinan ava kiriye. Lewma winda kir û ev tê wê wateyê ku gel wan diterikîne. Her wiha daxwaza gel a ji bo demokrasî, wekhevî, edalet û mafên jinan nîşan dide. Ji bo îktîdara AKP-MHP’ê û nûnerên wan ên herêmî êdî xespkirin bûye çandek. Û daxwazên xelkê herêmî tune hesibandin û îradeya wan xesp kirin. Ji bo Abdullah Zeydan jî xwestin heman tiştî bikin lê xelkê Wanê bersiveke pir baş da. Gel nîşan da ku berxwedana li kolanan bi destkeftiyan bencam dibin.” 
 
DAXWAZA JI BO ‘BAJARÊN JIN BIKARIN LÊ BIJÎN’ 
 
Unverdî, rêveberiyên herêmî ji bo têkoşîna jinan girîng in û wiha bi dawî kir: “Lê tekane tişta girîng ne tenê qezenckirina şaredariyan e. Divê em bikarin pêvajoya piştî qezenckirina şaredariyan birêxistin bikin. Bendewariyên komeleyên jinan ên ji şaredariyan pir in. Em dixwazin li dijî cînayetên jinan polîtîkayên berfirehtir bimeşînin û ji bo jinan bajarên ku bikarin lê bijîn ava bikin. Divê wekheviya zayenda civakî bixin meriyetê û bajaran li gorî vê ava bikin. Divê jin tev li hemû mekanîzmayên biryardayînê bibin, xwedî gotin bin.”