Li Samsun û Stenbolê du jin rastî êrişê hatin

  • jin
  • 12:56 9 Nîsan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Kesê bi navê Îsmaîl Yilmaz hevjîna xwe ya di qonaxa hevberdanê de qetil kir û li Stenbolê jî Mûrat B., hevjîna xwe ya di qonaxa hevberdanê de bi giranî birîndar kir. 

Kesê bi navê Îsmaîl Yilmaz (70) li navçeya Bafra ya Samsunê bi çekê êrişî hevjîna xwe Yildiz Yilmaz kir ku di qonaxa hevberdanê de bûn. Yilmaz a ku bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Ondukuz Mayisê (OMU). Yildiz Yilmaz li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Faîl Îsmaîl Yilmaz jî hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê. 
 
STENBOL
 
Kesê bi navê Mûrat B. jî li navçeya Beylîkduzu ya Stenbolê bi kêran êrişî hevjîna xwe Şeyda Nûr B. kir ku di qonaxa hevberdanê de bûn. Di êrişê de Şeyda Nûr B. bi giranî birîndar bû. Li ser agahdarkirina welatiyên li derdorê, li cihê bûyerê polîs û komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Şeyda Nûr B. ji hêla komên tenduristiyê ve bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku xetereya li ser jiyana Şeyda Nûr B. didome. 
 
Faîl Mûrat B. jî ji hêla polîsan ve hate binçavkirin.