TJA: Sekna me êrişên li dijî pergala hevserokatiyê pûç kir

  • jin
  • 14:11 7 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - TJA’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî hikûmata AKP-MHP’ê dê pergala hevserokatiyê biparêzin û sekna wan êrişên li dijî pergala hevserokatiyê pûç kiriye. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de daxuyaniyeke nivîskî parve kir. TJA’yê di serî de spasiya kesên di hilbijartinê de ked dayîn kir. TJA’yê bal kişand ser hêza jinê û da zanîn ku xeta demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi Rêya 3’yemîn afirandiye û got ku bi destê jinê ketiye meriyetê.
 
Daxuyaniya TJA’yê ya nivîskî wiha ye: 
 
“Di serî de gelê kurd ê welatparêz û jin ku ji roja ewil ve li malan, li taxan, li kuçe û kolanan beşdarî xebatên hilbijartinê bûn, têkoşîna civakî xurt kirin û ev hilbijartin bi xeta azadîparêziya jinê bi awayekî serkeftî derbas kirin. Bi saya serê hevalên me yên ku di berdêla canê xwe de sindoq û ray parastin, bi vîna gel, bi vîna jinan ev encam hat bidestxistin. Em hevalên xwe yên ku di pêvajoya hilbijartinê de, bi vîna xwe di girtîgehan de ji bo dahatûya vî welatî li ber xwe dan, bi pêşniyazên xwe pêşengî kirin û li gel me bûn hevkarên vê pêvajoyê, silav dikin û bi minetbarî spasiyên xwe pêşkêşî hebûna wan dikin. 
 
XETA DEMOKRATÎK BI DESTÊ JINAN KETE MERIYETÊ
 
Ji bo piştgiriya ku tevgerên jinan ên li cîhanê û Tirkiyeyê di pêvajoya hilbijartinê de dan; ji bo helwesta wan a ji dil û can a ku dev ji berxwedanê bernedan, wek Tevgera Jinên Kurd em wan pîroz dikin û ji bo keda ku dane spasiyên xwe pêşkêş dikin. Bi vê hilbijartinê, xeta demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Rêya 3’yemîn afirandiye, bi destê gelên Kurdistanê û jinan ketiye meriyetê û israra jinan a di Rêya 3’yemîn de careke din bi zelalî berbiçav bûye.
 
SEKNA ME ÊRIŞÊN LI DIJÎ PERGALA HEVSEROKATIYÊ PÛÇ KIR 
 
Ji pêvajoya pêşhilbijartinan heta niha, sekna me ya rêxistinbûyî û bibiryar a li hemberî êrişên li dijî pergala me ya hevserokatiyê, polîtîkayên paşverû, zayendperest, nijadperest û olperest ên DAIŞ’ê û hêzên kontra yên peyrewên wê yên li dijî hevşaredarên me û endamên me yên meclisê pûç û vala kirine. Jinên ku bi tu awayî dev ji hevserokatiyê û angaşta hevjiyana azad bernadin, bi ser ketin. Bi bernameyên me yên ku ji xebatên hilbijartinê yên klasîk cudatir bûn û me ew vediguherandin hevdîtinên civakî; Tevgera Jinên Azad careke din ket nava civakê, bi civakê re danûstendin kirin û hevgiriya xwe xurtir kir. Van hevdîtinan careke din nîşan dan ku avakirina azadiya civakî bes bi hêza jinên rêxistinbûyî pêkan e. 
 
JINÊN KURD JI HER DEMÊ ZÊDETIR JI BO BERXWEDANÊ AMADE YE
 
Wek ku em ji roja pêşîn ve dibêjin; hilbijartin armanc nîn in, ji bo avakirina pergala demokratîk, xwezaparêz û azadîparêziya jinê destpêk in. Hêz, serkeftin û vîna civakî ya ku me derxistiye holê, em ê bi avakirina pergala jinê geştir bikin. Pergala mêrsalar a dewletê, têkçûna xwe ya li hemberî gel û jinên rêxistinbûyî ya di hilbijartinan de, bi sepanên kêfî yên li dijî vîna gel, bi darê zorê, hewl dide destkeftiyên me xesp bike. Îro, li dijî hikûmata faşîst a AKP û MHP’ê ya ku di binê navê qaşo hiqûqê de dixwaze careke din vîna gel xesp bike, em ê parêzvaniya pergala xwe ya hevserokatiyê û şaredariyên xwe bidomînin û ji bo ku em yên xwe paşve wergirin em ê berxwedana xwe bidomînin. Jinên kurd, wek pêşengên têkoşîna azadiyê, ji bo bicihanîna berpirsiyariya xwe ya dîrokî, ji her demê zêdetir ji bo berxwedanê amade ne. Bi vê soz û baweriyê, em careke din berxwedana tevahiya jinan û gelên Kurdistanê ya ku li kuçe û kolanan didome silav dikin, bi baweriya ku dê dozên mafdar teqez bi ser bikevin em vê serkeftina xwe pîroz dikin.”