Li Rihayê daxuyaniya 8’ê Adarê: Em ê vê tarîtiyê bi hev re derbas bikin

  • jin
  • 13:17 9 Adar 2024
  • |
img
RIHA - Platforma Jinan a Rihayê destnîşan kir ku Tirkiye di mijara cinayetên jinan de di cîhanê de yek ji welatên herî xirab e û wiha got: “Ji Rojavayê heya Filistînê, ji Efxanîstanê heya Îranê, em ê deng, gotin û çalakiya jinan mezin bikin û vê tarîtiyê bi hev re li pey xwe bihêlin.”
 
Platforma Jinan a Rihayê derbarê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li pêşiya Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Tevî pêkhateyên platformê, Namzeta Hevserokatiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê Gulşen Ozer û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî şer, tundî û xizaniyê aştiyê, jiyana xwe û mafên xwe diparêzin” hate vekirin û lolîpopên ku li ser “Ji qirkirina jinan re na”, “Cînayetên jinan polîtîk in” dinivîsand hatin hilgirtin. 
 
Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egitîm Sen) ya Rihayê Ozlem Ûlûtaş anî ziman ku destkeftiyên jinan ne bi hilbijartinê, di kolanan de bi têkoşînê tên bi dest xistin. Ûlûtaş diyar kir ku Tirkiye yek ji welatên herî zêde ya zewaca bi darê zorê lê tê kirin yek e û wiha goti: “Tirkiye di nav welatên ku welidandinên wê di bin temenê 19 saliyê de yek e, tevî ku tevdîrên parastina ji tundiyê ya jinan heye jî, yek ji welatê ku cinayetên jinan herî zêde lê çêdibiye yek e û di qada civakî û aboriyê de di nav welatên herî zêde yên cihêkarî lê tê kirin yek e. 
 
Ûlûtaş da zanîn ku ew ê li dijî her cure cihêkarî û tundiyê dê dengê xwe bilind bikin û wiha got: “Ji Rojavayê heya Filîstînê, ji Efxanîstanê heya Îranê, em ê deng, gotin û çalakiya jinan mezintir bikin û vê tariyê bi hev re li pey xwe bihêlin.” 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.