Li Dêrsimê mitînga 8’ê Adarê: Em di têkoşînê de bi biryar in

  • jin
  • 12:44 9 Adar 2024
  • |

DÊRSIM -  Jinên dersîmî, bi mitînga bi awayekî bicoş hate lidarxistin de 8’ê Adarê pîroz kir. Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordû, anî ziman ku teslîmî polîtîkayên desthilatê yên çavtirsandinê nabin û got: “Em ê li Meclisê, li kolanê, li malê, li kargehê, li zeviyê bi nêrîna xwe ya jinê re têkoşîna xwe bilind bikin.”

 
Mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku di pêşengtiya Platforma Jinan a Dêrsimê de tê lidarxistin, bi meşa sedan jinan a ji Kolana Hunerê ya ber bi Qada Seyît Riza ve dest pê kir. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Dêrsimê Ayten Kordû û parlamentera Partiya Kedê (EMEP) a Dîlokê Sevda Karaca, namzeta hevşaredariyê ya Dêrsimê Bîrsen Orhan û gelek jin beşdarî mîtîngê bûn. Jinên ku bi dirûşma “Jin jiyan azadî” meşeke bicoş dan destpêkirin, bi dowîzên rengîn ên amadekirin re govend gerandin. 
 
Xeta Jinê ya jinên ciwan ên ji zanîngehê hatin bahev jî bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” di meşê de cihê xwe girtin. Jinan bi dirûşmeyên berz kirin re daxwaza azadiya girtiyên siyasî kir. 
 
Di mitînga ku bi rêzgirtinê dest pê kir de li ser navê Platforma Jinan a Dêrsimê Serap Kahraman axivî. Kahraman a bi gotinên “8’ê Adarê rojeke girîng a têkoşînê ye ku sembola berxwedana li dijî her şêwe zext û tundiyê ye” dest bi axaftina xwe kir, daxwazên xwe rêz kirin. 
 
‘EM Ê SERÎ LI BER DESTHILATA YEK ZILAMÎ NETEWÎNIN’ 
 
Parlamentera EMEP’ê Sevda Karaca di mîtîngê de bal kişand ser rewşa jinan û got: "Li bajarê ku ji her çar aliyê ve bi qereqolan hatiye dorpêçkirin jin winda bibin. Lê agahî ji  Gulistan Doku nîne. Em ê serî li ber desthilatdariya yek zilamî, zilm û zordariyê natewînin. Em silavên xwe ji girtiyên jin ên ku ji peyvîrê hatine girtin re dişînin. Di pêvajoya rêveberiyên herêmî de em ê hêzê bidin hev, em ê nîşan bidin ka pêşeroj û hêvî çi ye. Em ê bi hev re bi ser bikevin."
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE YA JINÊ LI HER DERÊ KURDISTANÊ BILIND BIKIN’ 
 
Piştre jî parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû axivî û bal kişand ser çareseriya pirsgirêka kurd û wiha got: “Li girtîgehan greva birçîbûnê heye. Girtiyên siyasî li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd û tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji bo pergala serdest a mêr a ku şer diafirîne û çekan çêdike em vê dibêjin; li vir hêza avakirina aştiya bi rûmet heye, jin wê vê bikin. Ger çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pêş nekeve, wê hemû pêşketinên antîdemokratîk bidomin. Di ketina bajêr de qereqolan ava dikin, di bin navê ewlehiyê de gel neçarî koçberiyê dikin û li bajêr polîtîkayên bêmiroviyê dimeşînin. Kevneşopiya me ya bawerîyek kevnar heye. Em jî weke Gelê Kurd û Elewî li dijî her cure qirkirinê têbikoşin. Bi binçavkirinan nikarin me bitirsînin. Serdest, desthilatdariya ku hewl dide me bişîne malê. Em dibêjin, em têkoşîna xwe ya ji bo jinan her roj mezin dikin. Em ê têkoşîna xwe ya jinê bi perspektîfa xwe ya tevgera jinê li her derê Kurdistanê bilind bikin. Em ê li Meclisê, li kolanê, li malê, li kargehê, li zeviyê bi nêrîna xwe ya jinê re têkoşîna xwe bilind bikin. Bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî, em ê bi felsefeya 'jin jiyan azadî' rêya xwe bidomînin.”
 
Piştî axaftinan mîtîng bi stranên ku ji aliyê Koma Erbanê ya KESK’ê û koma muzîkê ya Golgeyê ve hatin gotin û gerandina govendê bi dawî bû.