Jina ku hevjînê wê tundî lê dikir, bav û kekê wê hatin qetilkirin

  • jin
  • 12:16 9 Adar 2024
  • |
img
MÛŞ - Li Mûşê zilamê bi navê C.O. û hevalê wî, jina ku ji ber tundî lê dihate kirin çûbû mala bavê xwe, bavê wê M.Î. û kekê wê N.Î. qetil kirin. 
 
Hate diyarkirin ku zilamê bi navê C.O. yê li gundê Tirmêt ê girêdayî navçeya Têlî ya Mûşê dijî, tevî ku zewicî jî bû jina bi navê A. bi darê zorê revand. Hate ragihandin ku A ya di vê pêvajoyê de tundî lê hate kirin, çûye mala malbata xwe ya li bajaroka Kavakbaşi ya Bedlîsê. Hate diyarkirin ku faîl C.O. û kesekî pê re derengî şevê bi ser mala A.’yê de girtine. 
 
Piştî ku ferdên malê derî venekirin, faîl C.O. û kesê pê re di paceya mutbexê re ketin malê û çek û amûrên bibir A., bavê wê M.Î. û kekê wê N.Î. qetil kirin. Di êrişê de dayik N.Î. jî bi giranî birîndar bû. 
 
Tîmên tenduristiyê yên hatin malê cenazeyên A., bavê wê M.Î. û kekê wê N.Î. yên hatin qetilkirin birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Motkiyê û dayik N.Î. jî birin beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê. 
 
Hate diyarkirin ku faîl C.O. û kesê pê re yên sê kes qetilkirin piştî bûyerê reviyane.