Bi hezaran jin li Stenbolê di ‘Meşa Şevê ya Femînîst’ de ne

  • jin
  • 21:52 8 Adar 2024
  • |
img

STENBOL- Bi hezeran jin li Taksîmê bi dirûşmeya ‘Rizgariya me di têkoşîna femînîst de ye’ ‘Meşa Şevê ya Femînîst’ pêk tînin.

 
Platforma Meşa şevê ya Femînîst a 22’emîn bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Taksîm a Beyoglu, Meşa Şevê ya Femînîst pêk tînin. Bi hezaran jinên hatin gel hev, bi dovîz, dirûşme û coş Taksîm bi rengê mor xemilandin.
 
Namzeta hevşaredariya bajarê mezin a Stenbolê ya DEM Partiyê Meral DAniş Beştaş, endamên meclîsa jinan  tevli meşê bûn. Jinan di meşê de bi Meralê re wêne kişandin û dirûşmeya ‘jin jiyan azadî berzkirin. 
 
Dirûşmeyên bi hezaran jinên ji Kolana Siraselvîler  berbi Taksîmê dimeşin li kolanan deng didin. Polîsan hewl da meşa jinan asteng bike û jinan bi dirûşmeyan bersiv dan. Jinan dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî, Sara Rojbîn Ronahî’, ‘Her der Taksîm her der berxwedan’ ‘Dengê serhildanê bilind bike’, ‘Bi înat îsyan bila bê bav, dewlet, cop’ berz kirin.
 
Jinan di meşê de dovîzên ‘Berxwedan jiyane’, ‘Her tim pevçûn bû jiyana min’, ‘qanûn li kolanan tê nivîsin’, ‘Her der berxwedan her der Taksîm’ hildan.
 
BARÎKAT HATIN HILWEŞANDIN
 
Her çiqas polîs hewl bidin meşa jinan asteng bikin jî jinan barikat derbas kirin û bi resk û erbaneyan astengî nas nekirin. Her wiha di pankarta mezin  a ‘Serhildana femînîst’ meşiyan.
 
BI HEZARAN JIN HERIKÎN QADÊ
 
Bi hezaran veguherîn dehezaran bi coş û serhildanek mezin berbi Cîhangîrê ve bi dirûşmeyan derbasî meşê bûn. Jinan di meşê de navê jinên hatine qetilkirin jimartin û bi yek dengî gotin ‘em li vir in’.
 
'JIN, JIYAN, AZADÎ'
 
Jinên Kurd ku mohra xwe li meşê dan  bi dovîzên ‘Hevserokatî Xeta Me Ya More!’, ‘Jin jiyan azadî’, ‘Nexşerêya Xeta Jine’, ‘Berxwedana Berîtanan li kampusan deng didin’ re li ber erbaneyan govend gerandin.
 
Ji kolan û paçeyên malan bi çepikan ji bo jinan piştgirî hat dayîn.