Li Sêrtê kelecana 8’ê Adarê: Em ê bi hêza 8’ê adarê biçin ser sindoqan

  • jin
  • 18:21 8 Adar 2024
  • |
img
SÊRT – Hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Revşan Arslan ku di şahiya 8’ê Adarê ya jinan de axivî, wiha got: “Em ê bi vê coşa xwe bibin yek û bi hêza 8’ê Adarê biçin ser sidoqan ku qeyûmê dijminê jinan li vî bajarî bişînin.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya 8’ê Adarê li Rêya Guresê ya navenda Sêrtê şahiyek li dar xist û piştî şahiyê jî buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Jinan hat vekirin. Di şahiyê de dowîzên “Şer dike azad dibe, azad dibe bedew dibe, bedew dibe tê hezkirin”, “Berxwedan xweş doz e”, “hevserokatî xeta me ya mor e”, “bê jin şoreş nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin rakirin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Şahî rastiyê eleqeyeke mezin hat û bi hezaran jin bi cil û bergên xwe yên kurdewarî qad tije kirin. Stranbêj Seher Zozan di şahiyê de stran gotin û jinan bi cil û bergên xwe yên herêmî govend gerandin. Aktivîstên TJA’yê, Meclisa Dayikên Aştiyê, Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Namzeta Hevşaredariyê ya Sêrtê Sofya Alagaş, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên navçe û bojarokan, hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik, hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên navend û navçeyên navendî, Nûnertiya TUAY-DER’ê, BOTAN-DER û bi hezaran jin tev li şahiyê û vekirina buroyê bûn. 
 
‘WERIN EM DEST BI DEST TÊBIKOŞIN’
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Revşan Arslan di şahiyê de axivî û da zanîn ku divê jin di hilbijartina 31’ê Adarê de li dijî desthilata yekperest û mêr bibin yek. Arslan, diyar kir ku destkeftiyên jinan di bin êrişê de ne û wê xwest ku li dijî vê yekê jin xwe rêxistin bikin. Arslan, bi lêv kir ku ew bi coş û kelecaneke mezin xwe ji bo hilbijartinê amade dikin û wiha berdewam kir: “Em bi hêz û bi bawer in. Em ê bi vê coşa xwe bibin yek û bi hêza 8’ê Adarê biçin ser sidoqan ku qeyûmê dijminê jinan li vî bajarî bişînin. Werin em jin bi hev re piştevaniyê bi rêxistin bikin û li her qadê dest bi dest têbikoşin. Qeyûmên ku rêveberiya xwecîhî desteser kirine, ev 8 sal in êrişî destkeftiyên jinan dike. Dixwazin zirarê bidin jin û pergala hevserokatiyê. Me tu caran li dijî van êrişan ser netewand û em ê vê yekê di qadên 8’ê Adarê û li ser sindoqan jî nîşan bidin. ”
 
‘XWEDÊ ALÎKARÊ JINAN Û SEROK BE’
 
Piştî Arslan, Dayika Aştiyê Xoxê Taşçi axivî û silav ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re şand. Taşçi, 8’ê adarê li hemû jinan û Abdullah Ocalan pîroz kir. Taşçi, wiha got: “Xwedê alîkarê jinan û Serok be. Ez Serok Apo, gerilayên serê çiya û girtiyên azadiyê silav dikim. Hêvî dikim hûn hertim serkeftî û serbilind bin.”
 
‘EM Ê ŞAREDARIYÊ BI VÎNA JINÊ BI RÊ VE BIBIN’
 
Dû re namzeta hevşaredariyê ya Sêrtê Sofya Alagaş derket ser dikê û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Alagaş, anî ziman ku ew ji bo vîna xwe, ji bo hemû mafên xwe li qadan in û wiha got: “Îro şaredariya me di destê qeyûm de ye, lê em ê di 31’ê Adarê de weke îro careke din vîna xwe nîşan bidin û şaredariyê di destê qeyûm de derînin. Em ê şaredariyê bi vîna jinê bi rê ve bibin. Em hebûn, em hene û em ê her hebin jî.”
 
‘KIŞANAK, TUNCEL HWD. HEVALÊN DÎLGIRTÎ TEKOŞÎNA JINAN ANÎNE VÊ MERHELEYÊ’
 
Piştre parlementera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş mafê axaftinê wergirt û destnîşan kir ku 8’ê Adarê bû nîşaneya 31’ê adarê. Saritaş, da zanîn ku ew ê li hember neyarên jin, civak û xwezayê di 31’ê Adarê de vîna xwe bi awayekî xurt nîşan bidin û qeyûman bişînin. Saritaş, bi domdarî wiha got: “Hevalên me yên weke Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel, Ayla Akat Ata hwd. ku tekoşîna jinan anîn vê merheleyê di girtîgehê de dîl girtî ne. Em ji vir heta Enqereyê silavên xwe ji wan re dişînin. Gelek caran digotin jin nikarin rêveberiyê bikin, nikarin di parlementoyê de siyasetê bikin. Lê van hevalên me bersiva herî xurt da wan.”
 
‘DI NAVA ROJEKÊ DE 8 JIN HATIN QETILKIRIN’ 
 
Saritaş, diyar kir ku ev desthilata mêrsalar dixwaze vîna jinan bişkîne û bêhna jinan biçikîne. Saritaş, da zanîn ku desthilat naxwaze jin derbikeve der ve û xwe bi rêxistin bike. Saritaş, anî ziman ku ev qad îro bersiva desthilatê da û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Li vî welatî di navbera 24 saetan de 8 jin hatin qetilkirin û ev yek jî nîşan dide ku ev desthilata neyarê jinan kujeran diparêze. Lê em ê rê nedin vê pergala mêrsalan û em ê bi felsefeya jin jiyan azadiyê serbikevin. Em ê pergala gemar hilweşînin.”
 
‘HETA AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN PÊK NEYÊ EM Ê DEST JI TEKOŞÎNA XWE BERNEDIN’
 
Saritaş, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku ev 3 sal in li Girava Îmraliyê tecrîdeke bêhempa, qirêj û kûr li ser Birêz Ocalan tê meşandin. Saritaş, destnîşan kir ku ev tecrîda li ser Ocalan tê meşandin, sîrayetê hemû gelan kiriye. Saritaş, da zanîn ku taybetî jî li ser jinan bandor dike û wiha bi dawî kir: “Dixwazin di şexsê Birêz Ocalan de civakê bifetisînin, bêdeng bihêlin û mûhtacî xwe bikin. Heta ev tecrîda qirêj û şerê li ser axa Kurdistanê xelas nebe, heta statuya gelê kurd û azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk neyê em dest ji vê tekoşîna xwe bernadin.”
 
Piştî axaftinan bi coşeke mezin û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê hat vekirin.