Mitînga 8’ê Adarê bi dirûşma ‘hezar silav ji Îmraliyê re’ bi dawî bû

  • jin
  • 16:39 8 Adar 2024
  • |
img
AMED - Mitînga 8’ê Adarê ya li Qada Stasyonê ya Amedê ku bi tevlibûna bi hezaran jinan hat lidarxistin, bi dirûşma “Hezar silav ji Îmraliyê re” bi dawî bû. 
 
Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) li Qada Stasyonê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi tevlibûna hezaran jinan mitîng li dar xist. Piştî axaftinên di mitîngê de, hunermend Ayşenûr Kolîvar û Jin Ma derket ser dikê. 
 
Jinan heta demekî dirêj li ber stranan govend gerandin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin. Mitîng, bi berzkirina dirûşma “Hezar silav ji Îmraliyê re” bi dawî bû.