Jinên serhedî di govenda 8’ê Adarê de ne

  • jin
  • 16:21 8 Adar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li gelek bajarên Serhedê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. 
 
8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li gelek bajarên herêma Serhedê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Jinan li Îdirê bi boneya 8’ê Adarê li buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya li Taxa Sogutluyê civîn li dar xist. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî yên bi rengên kesk, sor û zer tev li hevdîtinê bûn, heta demekî dirêj li ber defê govend gerandin. Jinan ji Cadeya Cumhuriyetê heta buroya hilbijartinê ya Zagrosê meş li dar xist. Di meşê de dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hate berzkirin. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Îdirê Bahar Ertecî di şahiyê de axivî û bal kişand ser berxwedana jinên kurd. Namzeta hevşaredariyê ya Îdirê Nejla Kum jî silav ji girtiyên jin re şand. Hevşaredariya Îdirê Eylem Çelîk ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin jî bertek nîşanî qeyûm da. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî di şahiyê de jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “Ew çiraya ku wan vêxistî îro mîna gulmişkê heta roja me hat. Dê alaya wan tu caran nekeve xwarê. Heta ku azadî, edalet û wekhevî li vê xakê aj dide.” Sayyîgît, her wiha çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên  lidarxistin bi bîr xist û wiha got: “Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Divê ev tecrîd bi dawî bibe.” 
 
Piştî axaftinan jî hunermend şîlan Dora derket ser dikê. 
 
QERS
 
Li bajarê Qersê jî jinan li Eywanan Dawetan a Antaryumê hevdîtin li dar xist. Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu jî tev li hevdîtinê bû. Jinan, cil û bergên kurdî herêmî li xwe kiribûn û flameyên bi rengên kes, sor û zer hilgirtin.
 
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Qersê Arzu Savaş Derman di hevdîtinê de wiha got: “Îktîdara mêrserdest a faşîst a AKP-MHP’ê her ku diçe bêhtir vîn û jiyana me tune dihesibîne. Lê belê me tu caran ji têkoşîna xwe paşvegav neavêt.”
 
Parlamenter Çîçek Otlu jî “Meşa Mezin a Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin bi bîr xist. Otlu, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Heta ku tecrîda li Îmraliyê tê bidawîkirin û hevalên me yên di girtîgehan de azad dibin jî dê têkoşîna me bidome.” 
 
Piştî axaftinan hunermend hîvda Goker derket ser dikê û hevdîtin bi strîna stranên kurdî berdewam kir. 
 
ERZIROM
 
Li Erziromê jî şahiya jinan hate lidarxistin. Li gel namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê, her wiha gelek kes tev li şahiyê bûn. Di şahiyê de gelek caran dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hate berzkirin. Di şahiyê de qurnefîl li jinan hatin belavkirin. 
 
AGIRÎ
 
Li Agiriyê jî jin bi boneya 8’ê Adarê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya li ser Cadeya Cumhuriyetê hatin gel hev. Li gel Parlamentera bajar Necjla Demîr, gelek jin tev li hevdîtinê bûn. Jinan di hevdîtinê de pankarta “ Ey jiyan, an ez ê te azad bijîm an jî weke ku qet nehatibe jiyîn bihesibînim” hate vekirin û gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin.
 
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Agiriyê Hazal Aras di hevdîtinê de wiha got: “Ji dîrokê heta niha jinan li febrîqeyan, li zindanan û li her qadên jiyanê li ber xwe dan û heta roja me hatin. Berxwedan carnan bû qêrîneke bêdeng, carnan jî veguherî qêrîneke ku dil dişewitîne. Jin carnan bûn temeşavên qedera xwe, carnan jî bûn lehengên xwe. Li bi aliyê xwe ve destan nivîsandin. Jinan her tim li dijî şeran aştî parastin. Weke jinên agirîyî em ê dîrokeke nû binivîsin.” 
 
Çalakî bi stranên Koma Sorjiyanê bi dawî bû. 
 
ERDEXAN
 
Li navçeya Golan a Erdexanê jinan li buroya hilbijartinê ya partiyê şahî li dar xistin. Jinan govend gerandin û coşeke mezin hebû. Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin di şahiyê de axivî û wiha got: “Dê jin heta dawiyê li dijî vê pergalê têbikoşin û bi ser kevin.”