Destûr nedan ku Kişanak ji bo hilbijartinê wêne bikişîne

  • jin
  • 16:12 8 Adar 2024
  • |
img
ENQERE - Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak xwest ji bo xebatên hilbijartinê wêne bikişîne lê daxwaza wê nehate qebûlkirin. 
 
Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gultan Kişanak xwest di çarçoveya xebatên hilbijartinê de wêne bikişîne. Rêveberiya girtîgehê ev daxwaza Kişanakê bi hinceta “Wezaret destûrê nade” qebûl nekir.
 
Rojnamegera ji Bîanetê Evrîm Kepenek derbarê xebatên hilbijartinê de ji Kişanakê re pirs şandin. Kişanakê pirsên Kepenekê bersivandin û wiha got: “Wezareta Dadê destûr neda ku ez di çarçovaya xebatên hilbijartinê de wêneyekê bikişînim û bişînim derve.”