Li Akdenîzê şahiya 8’ê Adarê: Em ê pergala mêr têk bibin

  • jin
  • 16:03 8 Adar 2024
  • |
img
MERSÎN – Li navçeya Akdenîzê di şahiya ku jinan bi boneya 8’ê Adarê li dar xist de, peyama “em ê bi hêrsa xwe pergala mêr têk bibin” hate dayîn. 
 
Li taxa Şevket Sumer ya navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê şahiya jinê hat lidarxistin. Jin berî şahiyê li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Akdenîzê hatin ba hev û ber bi cihê ku şahî li dar bikeve meşiyan. Jinên bi lêdana erbaneyan meşiyan, dirûşmên mîna “jin, jiyan, azadî”, “bijî berxwedana jinan”, “bijî 8’ê Adarê” berz kirin, pêşî berê xwe dan taxa Guneşê. Li wir buroya hilbijartinê vekirin, demekê govend gerandin û paşê ber bi qada şahiyê ve meşiyan. Di meş û şahiyê de dowîzên mîna “Ne ji şer re ji jinê re budçe”, “Hevserokatî xeta me ya mor e”, “kesê ku jiyanê diafirîne ew ê me bi rê ve bibe” û “ jin xeta me ya mor e” hilgirtin.  
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedrîye Kûş, 8’ê Adarê li jinên di girtîgehan de ne pîroz kir û diyar kir ku dê li hember tundiya li ser jinê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bersivê bidin û wiha got: “DEM, DEM'a jinê, jiyanê û azadiyê ye.”
 
'EMÊ PERGALA MÊR TÊK BIBIN'
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Akdenîzê ya DEM Partiyê Nurîye Aslanê jî wiha got: "Duh li Tarsusê dîsa jinek ji aliyê polêsekî ve hate qetilkirin. Heke em bibin yek ev hîşmendî dê nikaribe me têk bibe.”
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Sultan Ozcan jî diyar ev pirs pirsîn: “Em amade ne ku Akdenîzê bikin bajarê jinan? Em amade ne ku tişta ku ji dest me hatiye wergirtin bi paş ve bistînin?” Jinên li qada şahiyê bi hev re gotin "Erê".
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Eren jî da diyarkirin ku 95 roj in nobeta adalete didomînin û daxwaza wan ew e ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin.
 
Parlamenter Perîhan Koca jî bi bîr anîna Merve Bayer ya li Tarsusê hatibû qetilkirin dest bi axaftina xwe kir. Kocayê wiha got: “Em ê bi serhildana xwe, kîna xwe pergala mêr têk bibin.”
 
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî da diyarkirin ku li tevahî girtîgehan çalakiya grevên birçîbûnê ji bo rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan berdewam e û wiha domand: “Gava ku em qadan dadigirin pergala mêr diheje. Em tên, bi xûmexûm tên. Li vî welatî ji her tiştî, ji her kesî re pere heye. Lê tenê ji jinê re tune ye. Xizaniya jinê her roj zêde dibe û desthilat ji seraya xwe qet tesarîf nake.” 
 
Şahî bi gerandina govendê re bi dawî bû.