Leyla Guven: Dilê me bi we re ye

  • jin
  • 16:01 8 Adar 2024
  • |
img
RIHA - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji şahiya 8’ê Adarê ya Wêranşarê re peyam şand û wiha got: “Wek fizîkî nebe jî dilê me bi we re ye.”
 
Li navçeya Wêranşar a Rihayê şahiya jinan hat lidarxistin. Sedan jin tev li şahiya li baxçeyê buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê hatiye lidarxistin bûn. Jin bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li şahiyê bûn. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û wêneyên jinên siyasetmedar ên hatine qetilkirin hatin hilgirtin. Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû di şahiyê de jin silav kir.  
 
LEYLA GUVEN PEYAM ŞAND
 
Namzeta hevşaredariya Wêranşarê ya DEM Partiyê Bedriye Yorgun nameya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin xwend. Guven di nameya xwe de wiha got: “Ez we hemûyan bi coşa 8’ê Adarê silav dikim. Wekî ku hûn dibînin, cîhan diguhere, teknolojî bi pêş dikeve, dewlemend di fezayê de zeviyan dikirin lê kurd di girtîgehan de girtî ne. Yên ku li vî welatî rastiyan dibêjin rastî gelek tiştan tên. Şert û merc çawa bin bila bibin, em ê dest ji gotina rastiyê bernedin. Em wêrekiya xwe ji Zamanî (Mûstafa Gezgor), sebra xwe ji Eyûp pêxember, heskirina xwe ji Derwêş û Edûlê digirin. 
 
Em nêzî hilbijartineke nû dibin. AKP tevahiya projeyên ku me bi kedeke mezin bi dest xistibûn xesp kir. Niha careke din ji nû ve stendina şaredariyên gel in. Gelê Wêranşarê feraseta me ya şaredariyê gelek baş dizane. Divê em destûr nedin AKP’ê ku çavkaniyên şaredariyan bide hin derûdoran.
 
WÊRANŞAR DÊ NASNAMEYA XWE BI DEST BIXE
 
Hûn baş dizanin ku hevalê me Emrûllah Cîn ê gelek ked daye Wêranşarê ji hêla AKP’a ku dehan caran daye girtin û bi cezayê hefsê ceza kiriye û dawiyê neçar ma ku derkeve derveyî welat. Dê gelê Wêranşarê bi rihê xwe yê têkoşer vê neheqiyê di vê hilbijartinê de bi dawî bike. Ez dizanim ku dê gelê Wêranşarê xwedî li Bedriye û Serhat Dîcle derbikevin. Ez jî ji derve hatim Wêranşarê û ji eleqeya navçeyê pir bandor bûm. Wêranşar wê Bedriye Yorgunê jî hembêz bike. Dê Wêranşar bi feraseta demokratîk, zelal, gelparêz û azadiya jinê nasnameya xwe ya cewherî bi dest bixe. Em wek girtî fizîkî nebe jî dile me bi we re ye. 
 
Ez hemû jinên têkoşer ên bi dengê Jîna Emînî û bi felsefeya bûye gerdûnî ya 'Jin, jiyan, azadiyê' ber bi qadan ve diherikin, azadiyê diqêrin, li dijî feraseta baviksalar û polîtîkayên şerê taybet li ber xwe didin û evîndarê azadiyê, bi heskirin hembêz dikim, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikim.”
 
Şahî bi stranên kurdî yên hunermend Evîn Sindî û gerandina govendan dom kir. 
 
KORKMAZ: ÊM Ê BI FELSEFEAYA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ BI SER KEVIN
 
Ser navê Komîteya Amadekar, Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz axivî. Korkmaz bal kişand êrişên ser destkeftiyên jinan û anî ziman ku dê jin bi felsefeya “jin, jiyan, azadî” bi ser bikevin.  
 
BANGA YEKITIYÊ
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Meyaser Akdag banga yekitiyê kir û wiha got: “Dayikên Aştiyê Nobeta Edaletê digirin. Divê daxwaza dayikan were qebûlkirin. Heke em bibin yek em ê ji van qadan bi serkeftinê derbikevin. Kes nikare li hember têkoşîna gelê kurd bisekine. Ji têkoşîna ku jin pêşengtiya wê dikin re hezar silav.” 
 
‘EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN’
 
Aktîvîsta TJA’yê Rûken Zeryam Işik Yildiz destnîşan kir ku têkoşîna bi pêşengtiya jinên kurd pêş dikeve li her dereke cîhanê tê qebûlkirin û wiha got: “Em jinên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînim û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Em çepik û tililiyên xwe dişinin jinên di girtîgehan de li ber xwe didin. Em bi ruhê 8’ê Adarê têkoşîna xwe xurt bikin. Bi hev re têbikoşin.” 
 
‘BILA TU ROJVELAT NEMIRIN’
 
Xwîşka Rojvelat Kizmaz a çend hefte berî niha xwe kuştibû Adar Kizmaz jî axivî. Kizmaz ev tişt gotin: “Berî winda bibe govend digerand, miroveke kêfxweş bû. Em bawer nakin ku xwe kuştiye. Me bi derfetên xwe wê dît. Di dema xwe de xebatên lêgerînê dest pê nekirin. Yên ku Heskîfê di bin avê de hiştine bûne sedema mirina wê. Sedema Ji bo tu Rojvelatên din nemirin, divê jin bi hev re û xurt bin.”