Turkoglû: Em ê bi ser kevin, dê jin bi ser kevin, dê civak bi ser keve

  • jin
  • 15:55 8 Adar 2024
  • |
img
 
ÊLIH - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê di mitînga 8’ê Adarê ya li Êlihê de axivî û got ku jinên kurd nîşanî hemû dinyayê dan bê ka jiyaneke wekhev û birûmet çawa dibe. Turkoglû, wiha got: “Em ê bi ser kevin, jin dê bi ser kevin, civak û gelên Rojhilata Navîn dê bi ser kevin.” 
 
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Êlihê mitîngeke bicoş hat lidarxistin. Bi hezaran jinan qada mitîngê tije kirin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li qadê olan da. Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Êlihê Gulistan Sonuk di mitîngê de axivî û wiha got: “Li dijî têkoşîna jinan êrişên giran hene. Dixwazin destkeftiyên jinan ku bi bedelên giran hatine bidestxistin tune bikin. Jin jî li her qadê li dijî vê li ber xwe didin.” 
 
‘EM Ê BI HEVŞAREDARTIYÊ BI HEV RE BIRÊVE BIBIN’ 
 
Bi domdarî Sonuk bal kişand ser hilbijartinê û wiha got: “Divê em ji bo vê hilbijartinê mal bi mal, kolan bi kolan bigerin. Bi wergirtina rêjeyeke mezin a dengan em bersivê bidin polîtîkayên qirêjî yên li dijî îradeya jinan di meriyetê de ne. Şaredariya me niha di bin texrîbata zîhniyeta xespkar de ye. Li hemberî me kesên êrişî ziman, çand û hebûna gelê kurd dikin hene. Em ê şaredariyên xwe rizgar bikin û bi modêla hevşaredartiyê bi hev re birêve bibin. Jin ji her demê bêhtir bihêz in û jixwe bawer in. Em ê bi ser kevin, em ê teqez bi ser kevin.” 
 
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî di serî de navên hemû siyasetmedarên jin ên girtî bi lêv kir û silav jê re şand. Turkoglû got ku dê serkeftin a jinên daxwaza azadiyê dikin be û dê jin jiyaneke azad ava bikin. 
 
‘DI ŞEXSÊ JINAN DE CIVAK TÊ QIRKIRIN’ 
 
Bi domdarî Turkoglû anî ziman ku 8’ê Adarê roja berxwedanê ye û wiha domand: “Jin bi sedsala ye li dijî vê pergalê têdikoşin. Ji Êlihê heta Stenbolê û Wanê, jin li her devera cîhanê li qadan e. Daxwazên me hene û em ji bo van li ber xwe didin. Em ji bo van daxwazan jiyanekê dirêsin. Erdnîgariya me, erdnîgariyeke şeran e. Di şerên netewe dewletan de herî zêde jin tên qetilkirin. Di şexsê jinan de civak tên qirkirin. Ev şer ji hêla jinan ve nehatine destpêkirin. Ji hêla dewlet û sermayedaran ve hatine destpêkirin.” 
 
‘EM Ê RÊ NEDIN ŞER’
 
Di berdewamê de Turkoglû ev tişt anî ziman: “Jin li her derê bi têkoşîna xwe hewl didin siyaseta aştiyê biafirînin. Em ne şerê Îsraîlê li dijî Filistînê daye destpêkirin ne jî şerê dewleta tirk li dijî kurdan daye destpêkirin qebûl dikin. Em jin ji bo aştiyê têdikoşin û dê rê nedin polîtîkayên şer. Ji ber ku bandorê li jiyana me dikin. Îktîdar, li şer hebûna xwe didomînin. Li hemberî me îktîdarek heye ku dijminatiyê li jinan, li kurdan, çand û dîrokê dike. Em jin polîtîkayên şer ên îktîdaran teşhîr dikin. Wan qeyûm tayînkirin û vîna me xesp kirin.” 
 
‘EM XWEDÎ LI KESÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊDIKOŞIN DERDIKEVIN’ 
 
Bi domdarî Turkoglû bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevalên me ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan têdikoşin. Em van bexwedanan silav dikin û xwedî lê derdikevin. Divê em bêhtir têbikoşin û bêhtir deng derxînin.”
 
‘DIVÊ EM XWE BIRÊXISTIN BIKIN’
 
Turkoglû, got ku divê jin li her qadê berxwedanê birêxistin bikin û got ku dê hesabê hemû jinên hatine qetilkirin ji îktîdarê bipirsin. Turkoglû, axaftina xwe wiha qedand: “Em dikevin hilbijartinan. Li ser dijminatiya jinan tifaq hatine avakirin. Em ê di van hilbijartinan de mafên xwe dîsa bi dest bixin. Em gelek têkoşiyan û avakirina jiyaneke nû hêsan nîne. Em jin baş bi dîroka xwe dizanin. Em hewl didin bi rêya pergala xwe ya hevserokatiyê jiyaneke demokratîk û wekhev ava bikin. Em ê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin Enqereyê. Em ê qeyûman bişînin sergoya dîrokê. Em 8’ê Adarê bi coşa xwe, bi tililî, govend û dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ pîroz dikin û dengê xwe bilind dikin. Tevgera jinên kurd, jin bi jiyana azad re anî gel hev. Jinên kurd ji bo jiyaneke birûmet têdikoşin. Jinên kurd di 8’ê Adarê de li her devera cîhanê nîşan didin bê ka jiyaneke wekhev û birûmet divê çawa be. Em ê bi ser kevin, jin dê bi ser kevin, civak û gelên Rojhilata Navîn dê bi ser kevin.” 
 
Piştî axaftinan hunermend Rûken Yilmaz derket ser dikê û mitîng bi gerandina govendên li ber stranên wê bi dawî bû.