Li Depê coşa 8’ê Adarê: Em peyhatiyên Sara û Berîtana ne

  • jin
  • 15:53 8 Adar 2024
  • |
img
XARPÊT - Namzeta Hevşaredariyê Songul Duzgun a li Depê di şahiya ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hate lidarxistin de axivî, wiha got: “Em peyhatiyên Berîtan, Sara û Arîn Mîrkanan e. Em ê bi hêza ku me ji hezar jinan girtiye bihêztir bin.”
 
Di pêşengtiya Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Xarpêtê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de şahî hate lidarxistin. Xwişka yek ji qadroyên pêşeng ê PKK’ê Mazlûm Dogan, Serap Dogan jî tev li meşê bû. Jinan bi şalên spî û xemrî yên li xwe kirin, ji cihê bazarê heta ewyana dawetê ya ku şahî lê were lidarxistin meşiyan. 
 
BI DIRÛŞMEYAN MEŞIYAN 
 
Jinan di meşê de bi tilîlî û çepikan dirûşmeyên “Jin bi hev re bihêz in” , “Em jin in, bihêz in” , “Jin şer naxwazin” , “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin” , “Mêr dikuje, dewlet diparêze” , “Jin dimeşin, têkoşîn mezin dibe” berz kirin. 
 
Jinan dowîzên “Jin jiyan e jiyanê nekuj e” , “Dê jin tecrîdê hilweşînin” hilgirtin. Li eywana ku şahî lê hate lidarxistin pankarta “Bi jin jiyan azadiyê, ber bi azadiyê ve” hate daliqandin. 
 
‘EM Ê DI 31’Ê ADARÊ DE GOVENDÊ BIGERÎNIN’ 
 
Hevseroka Xarpêtê Songul Cengîz a li vir axivî, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir û dest bi axaftina xwe kir. Cengîz, diyar kir ku jin bi hev re bihêz in û got: “Em ê bi hev re serbikevin.”
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Depê ya DEM Partiyê Songul Duzgun a pişt re axivî, diyar kir ku pergala serwer a mêr tarîtiyê ferzî jinan dike û wiha got: “Em jin dê vê tarîtiyê ronî bikin û rûpeleke paqij vekin. Em peyhatiyên Berîtan, Sara û Arîn Mîrkanan e. Em ê bi hêza ku me ji hezar jinan girtiye bihêztir bin. Keda me dê vala neçe, em ê di 31’ê Adarê de weke jin govendê bigerînin. Me soz da jinan, Şaredariya Depê dê bibe şaredariya jinan. Em ê şaredariyê bi rengê xemrî bixemilînin. Em ê bi peyhatiyên Şoreşa Rojava ku jinên bedew mêrên kirêt têk birine re vê şoreşê serbixin.
 
KORDÛ: ÎRO ROJA ME YA BERXWEDANÊ YE
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû jî destnîşan kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê herî zêde ji destkeftiyên jinan ditirse û wiha got: “Em li welatekî ku di rojê de 8 jin tên qetilkirin de dijîn. Tevî ku di rojekê de 8 jin dimirin dadgeh zilaman diparêzin, ji ber ku ev feraseta mêrsalar in. Em dibêjin ‘Jin jiyan azadî’, ev felsefeya me ya jiyanê ye. Em ê li dijî desthilatê, feraseta mêrsalar, zextan, girtinan, têkoşîna xwe ya azadiyê ya jinan dê di 8’ê Adarê de bi gotina ‘Jin jiyan azadî’ mezin bikin. 8’ê Adarê li me pîroz be. Îro roja berxwedana me ye.”
 
 Piştî axaftinên hatin kirin şahî bi stranên stranbêj Mesûde Esen û Mizgîn Tûranê berdewam kir. Jinan di gerandina govendê de her tim dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin.