Taşdemîr: 24 Hezîranê ji bo jinan dê werçerxa dawî be

  • jin
  • 09:01 23 Nîsan 2018
  • |
img
EDENE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, got ku ji ber AKP nikare welat bi rêve bibe biryara hilbijartinên zordest da. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê DÎlan Dirayet Taşdemîr jî, diyar kir ku bi taybetî 24’ê Hezîranê ji bo jinan dê bibe werçerxa dawî. 
 
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê DÎlan Dirayet Taşdemîr biryara hilbijartinên zordest û betal kirina wekîltiya parlamenteran nirxandin. Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku ev demek dirêje AKP nikare welat birêve bibe û wiha axivî: “AKP welat ber bi zinaran ve dike. Ji ber krîza ne birêve birine, necar man ku biryara hilbijartinên zordest bidin.”
 
'TEKANE ARMANC XWE XELAS KIRINE'
 
Beştaş, anî ziman ku AKP ji bo vê rewşa xwe ji civakê veşêre, çapemeniya xwe ya alîgir ava kir û wiha got: “Hemû çapemenî kir bin bandora xwe, ji bo rastiyan veşêre. Lê civak hemû rastiyan dibîne û di ferqa hemû tiştî deye. Civak êdî dibine AKP nikare welat birêve bibe. Bi îlankirina OHAL’ê re pirsgirêkên di qada civakî de mezintir û kûrtir bûn. AKP li şûna ser vê yekê bifikire, tekane armanca wê ewe ku xwe xelas bike. Erdogan jî dinavê de her roj digotin ‘hilbijartinên pêşwext’ tuneye. Vê rastiyê jî da nîşandan ku çiqas ji xwe bê bawerin û nikarin vê pêvajoyê bi rêve bibin. Erdogan berî demekê digot hilbijartinên pêşwext ‘îxaneta li dijî welat e.’  Gava em îro lê mezê dikin zû axaftinên xwe ji ber kirine. Ev demek dirêje hiqûq li Tirkiyeyê ji holê hatiye rakirin. Desthilatarî bi feraseta ‘em çibikin hiqûqe’ nêz dibe. Dinava du mehan de dê berendam diyar bibin. Xebatên hilbijartinê dê bin kirin. Ji bo wan qet ne xeme. Ji xwe hemû derfetên dewletê bikar tînin.”
 
‘AKP Û MHP POLÎTÎKAYÊN DIJMINANTIYA KURDAN BI RÊVE DIBIN’
 
Beştaş, da zanîn ku di hilbijartinên 2002’yan de DSP, ANAP, MHP û DYP di binÊ sindoqan de man û wiha dawî li axaftina xwe anî: “AKP û MHP tenê bi pirsgirêkên xwe ve mijûlin. AKP û MHP’ê li ser polîtîkayên dijminantiya gelê kurd li hev kirin.  Bombebaran kirina Efrînê û kuştina mirovên sivîl parçeyekê vê polîtîkayê ye. Niha li Efrînê dest bi perwerdeya bi Tirkî kirine. Temû tabelayên Efrînê mîna yên Amedê rakirin. Mirovên staranên kurdî li Tirkiyeyê çêkirin hatin girtin û lînç kirin. Hem di hûndir de û hem jî di derve de dixwazin kurdan tune bikin. Ji xwe di qada navneteweyî de jî ev îlan kirin. Lê bila vê yekê ji bîr nekin; Gelê Kurd dê bersiveke pir mezin bide wan. Li gel hemû astengiyan em ê xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam bikin. Hevalên me di girtîgehan de esîr digirin. Hêrsa gel pir mezine. Ji ber vê bersiva pêwîst gelê kurd dê di 24’ê Hezîranê de bide. Di 24’ê Hezîranê de dê bibe destpêka definkirina AKP’ê ya dîrokî.” 
 
TAŞDEMÎR: RÛPOŞÊ AKP’Ê KET
 
ParlamenterÊ HDP’a Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî, bal kişand ser polîtîkayên AKP û wiha axivî: “AKP dibêje ‘ger tu ji min bî mafê te yê jiyanê heye. Lê ger tu ne ji min bî mafê teyê jiyanê tuneye. Welat dinava kaosekê deye. Bi taybetî tabloya jin dinavê dene pir xerabe. Di serdemên AKP’ê xwe demokratîk nîşan dida de, tiştek ji bo pirgirêkên jinan nekir. AKP jinan tenê bi malbatê dide nasandin. Piştî AKP’ê dewletê desteser kir û şûn de siyaseta wê derket holê û rûpoşa wê ket.”
 
‘DÊ BIBE ROJA AZADIYA ME’
 
Taşdemîr, da zanîn ku dê roja 24’ê Hezîranê bibe roja hebûna jinan û wiha bi dawî anî: “Herî zêde HDP xwedî pirsgirêkên jinan derdikeve. HDP hebe, tunebe, dê hemû jin wê rojê azadî û vîna xwe biparêzin. Di 24’ê Hezîranê de divê jin ne tenê li dijî rejîma yek zilam, tekperest û dîktatoriyê dengên xwe bikar bînin. Di heman demê de divê ji bo azadî, vîn û demokrasiyê jî bikar bînin. Divê hemû jin û saziyên jinan xwedî li azadiya xwe derbikevin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Di 24’ê Hezîran ji bo me jinan roja werçerxa dawî û dîrokî be. Dê azadiya me qezenc bike.”