'Îstismar ne pirsgirêka tenduristiyê ye, awayekî tundiyê ye’

  • jin
  • 09:34 20 Nîsan 2018
  • |
img
WAN - Aktîvîst Songul Ozînver, der barê pêşnûmeya qanûnî ya îstîsmara zayendî ya pêşkêşî meclîsê hat kirin de axivî û got: “Ev ne pirsgirêka tenduristiyê ye, awayê tundiyê ye. Îstîsmar awayekê tundiyê ye. Divê ev neyên piştguhkirin û li gorî vê yekê cezayên pêwîst bên dayîn.”
 
Wezareta Dadê pêşnûmeya qanûnî ya îstîsmara zayendî pêşkêşî Meclîsê kir. Aktîvîsta Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) a bi KHK’ê hat girtin Songul Ozînver, bertek nîşanî vê yekê da û wiha axivî: “Di salên dawî de piştî sazî û dezgehên jinan bi KHK’ê hatin girtin, tundî û îstîsmar zede bûn. Polîtîkayên dewlet û diyanetê bandoreke neyînî li jin û zarokan dike. Cardin tu heviyên min ji mijarên avakirinên hişmendiya serdest tune ye. Ji ber ku der barê îstîsmarkaran de darizandineke adîlane pêk nayê.”
 
‘BI VÊ QANÛNÊ RE DÊ ÎSTISMARKER ZÊDETIR ÊRÎŞ BIKIN’
 
Ozînver, diyar kir ku di encama bûyerên îstismarkirina zarokan ên demên dawî de pêkanîna xesandinê kirin rojevê û wiha got: “Li vî welatî bi pêkanînan tu carî îstismar nayê asteng kirin. Berî her tiştî divê sûcdar bên cezakirin. Ger pêkanîna xesandinê bi qanûnî bikin, dê tecawîzkar û îstismarker bi awayekî pir rehet di nava me de bigerin. Ji xwe meyla van kesan a tundiyê heye. Bi xesandinê re dê sûcdar êrîşkar bibin û tundiya xwe zêdetir bikin. Divê em vê rewşê weke pirsgirêka tenduristiyê negirin dest. Îstîsmar awayekê tundiyê ye. Ji ber vê xesandin qet ne çareseriye.”
 
‘BERÎ HER TIŞTÎ DIVÊ HIŞMENDÎ BÊ GUHERTIN’
 
Ozînver, anî ziman ku ji ber hiqûq pêk nayê, pêdivî bi pêkanîna xesandinê dibînin û wiha bilêv kir: “Di demen dawî de hinek kesên xwedî hişmendiya serdest bangên ‘Bila hemû kes xwedî zarokên xwe derbikevin’ dikin. Îstismar li her derê heye. Gelo em zarokên xwe bikin qefesan? Mexdûr cardin mexdûr e. Gotinên wan ne zarokan, îstismarkeran diparêze. Berî her tiştî divê ev hişmendî biguhere. Ji xwe tu baweriya min bi guhertinên hişmendiya serdest çêbike tune ye. Ji ber ku îstismarker bi awayekê hiqûqî nayên darizandin. Di çarçoveyê mafê mirovan de divê sererastkirinên qanûnê bên kirin.” 
 
‘POLÎTÎKAYÊN DİYANET Û DEVLETÊN BANDOREK NEYÎNÊ LI SER JIN Û ZAROKAN DIKE’
 
Ozînver, da zanîn ku gava hikûmet qanûna amade dike nêrîna tu saziyên jinan nagire û got: “Ev polîtîka bandorek neyînê li ser jin û zarokan dike. Niha rêxistinên jinan li dijî ‘xesandina kîmyewî’ bertek nîşan didin. Berê jî xwestin qanûna îstismara zayendî ya ’12 salî’ derbixin, lê ji ber bertekên rêxistinên jinan paşve kişandin. Ji bo vê qanûnê jî çalakî pêk tên. Em rêxistinên jinan du caran di komcivînên jinan de hatin gel hev û me polîtîkayên dewletê yên li ser jin û zarokan nirxandin. Niha em ji bo Hevpeymana Stenbolê ya 25’ê Mijdarê beyannameyekê amade dikin. Polîtîkayên diyanet û dewletê bandorek neyînî li ser jin û zarokan dike.”