Bi agirê bedenên xwe agirê Newrozê geş kirin

  • jin
  • 09:24 15 Adar 2018
  • |
img

STENBOL – Rehşan Demîrel, Sema Yuce, Zekiye Alkan, Ronahî û Bêrîvan agirê Newrozê bi şewitandina bedena xwe pîrozkirin. Li Kobanê Arîn Mîrkan û li Efrînê jî Avesta Xabûr û Barîn Kobanê jî bi çalakiyên xwe berxwedanê li agirê Newrozê geş kirin. 

Newroz ji Rojhilata Navîn heta Balkanan di nav gelek netewan de wek destpêka biharê tê pîrozkirin. Ji bo kurdan jî li gel destpêka biharê wek serhildan û berxwedanê tê pênasekirin. Piştî Kawayê Hesinkar ku serê Qralê Asûr Dehaqê zilmkar jê dike agirê Newrozê pêdixe. Di dîroka nêz de jî Mazlum Dogan bi çalakiya xwe ya li Zîndana Amedê ya di sala 1982’an de bi sê darikên niftikê agir berê bedena xwe dide û di bîra gel de wek Kawayê Hemdem tê nasîn. Piştî çalakiya Mazlum Dogan wateya Newrozê di nav gelê kurd de zêde bû. Pişt re jî Rahşan Demîrel, Sema Yuce, Zekiye Alkan, Bedriye Taş (Ronahî) û Nîlgun Yildirim (Bêrîvan) berxwedana Mazlum Dogan ji xwe re esas girtin û şewitandina bedena xwe agirê Newrozê li çar aliyê welat gûr kirin. Jinên berxwedêr bi çalakiyên bersiv dan zilmê. 
 
JINÊN KU BEDENA WAN JI BO RAMANEKÎ DIŞEWITE 
 
Berxwedana jinan ji şewitandina bedenan heta Efrînê dewam dike. Jinên kurd bi çalakiyên xwe ji hev watedartir li dijî hêzên dagirker û serdest bûn bersiv. Kelecana qonaxa vê berxwedana jinan li Kobanê û Efrînê hilavêt. Li Kobanê Arîn Mîrkan û li Efrînê jî Avesta Xabûr û Barîn Kobanê jî bi çalakiyên xwe berxwedanê li agirê Newrozê geş kirin. 
 
JINA EWIL KU BÛ AGIRÊ NEWROZÊ: ZEKIYE ALKAN
 
Di salên 1990’an de têkoşîna gelê kurd ku li her deverê belav dibû û bi gel dihat nasîn, jinek derket ser bedenên Amedê û bedena xwe da ber agir û xwe bi agirê Newrozê re kir yek. Ev jina serhildêr a ewil bû. Ew jin xwendekara zanîngehê û ji berxwedan û şiyarbûna jina kurd re pêşengiyê kir Zekiye Alkan bû. Newroz bi agirê bedena Alkanê ku li ser bedenên Amedê gûr kir, gihîşt merhaleyek din. Êdî dema kurdan digot Newroz, vîna jina kurd a li ser bircên Amedê tê bîra mirovan. Alkan bi çalakiya xwe têgehên berxwedan, têkoşîn û azadiya jinê derxist qonaxek nû. Bi vê çirûskê peyamê gihîşt hemû jinên kurd ên li her qadê li ber xwe didin. 
 
DU BEDENÊN LI EWROPA BÛN NEWROZ: BÊRÎVAN Û RONAHÎ
 
Du jinên bi têkoşîna kurdan re li Ewropayê tên gel hev û çalakî li dar dixin. Ev jin Bedriye Taş (Ronahî) û Nîlgun Yildirim (Bêrîvan) in. Ev her du jin ji bo polîtîkaya qedexekirina Newrozê ya li Elmanya şermezar bikin û serî li dijî polîtîkayên Ewropayê bidin nîşandan di Newroza 1994’an de li bajarê Mannheîmê ya Elmanya bedena xwedidin ber agir û çalakî li dar dixin. Her du jin bi şewitandinê xwe digîhînin heqîqeta Newrozê. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya her du jinan wek “çalakiya azadiyê” pênase dike û wiha dibêje: “Heke ku azadî bi hêsanî bihata qezenckirin, dê Ronahî û Bêrîvan bedenên xwe nedana ber agir.” 
 
PIRA AGIR A JI 8’Ê ADARÊ HETA 21’Ê ADARÊ: SEMA YUCE
 
Sema Yuce di sala 1971’an de li gundê Qerxelixa Şêx Remezan ê girêdayî navçeya Dutaxê ya  Agiriyê tê dinê. Ji bo zanîngehê diçe Enqereyê û li vir bi têkoşîna kurd nas dike. Yuce li Mêrdînê tev li refên PKK’ê dibe û li Sûriyeyê diçe gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Piştî perwerdehiya xwe temam dike di sala 1992’an de ji bo peywîrê berê xwe dide herêma Serhedê. Di demek nêz de li ser îxbarekê tê girtin û têkoşîna xwe di girtîgehê de didomîne. Yuce di Newroza 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê bedena xw2e dide ber agir û di nameya li pey xwe dihêle de wiha dibêje: “Ez dixwazim mejî, dil û bedena xwe di navbera 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de bikim pirek ji agir. Ez ê jiyaneke nû ji bo jinan biafirînim û ronî bikim. Ji bo ez bibim şagirtek baş a Kawayê Hemdem Mazlum Dogan û mîna agirê bedena Zekiye bişewitim û mîna Rehşan bibim Newroz vê çalakiyê li dar dixim.” 
 
BERSIVA KOMKUJIYA NEWROZA CIZÎR Û NISÊBÎNÊ: REHŞAN DEMÎREL
 
Rehşan Demîrel ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li gel malbata xwe koçî Îzmîrê dike. Demîrel hêrsa nav dilê xwe ji komkujiya pîrozbahiya Newroza 1992’an a Nisêbînê digire û ji bo berteka bide nîşandan roja 22’ê adara 1992’an li cihê dîrokî ya Kadîfekaleya Îzmîrê xwe dişewitîne. Demîrel dibe yek ji çirûskên agirê Newrozê û herî dawî wiha hestên xwe tîne ziman: “Ez li Kadîfekaleyê xwe dikim agirê Newrozê. Ez neçarim ji Newrozên Cizîr û Nisêbînê re bibim bersiv. Newroz bi lastîkan neyê pêxistin jî em ê bi canê xwe pîroz bikin.” 
 
LI SER ZAR Û ZIMANAN E
 
Çawa ku ji bo Sema Yuce, Zekiye, Bêrîvan û Ronahî stran û helbest hatin nivîsandin û gotin, ji bo Rehşan jî stran tên çêkirin. Yek ji van stranan jî ya li ser bîranîna Rehşan wiha ye: “Rehşanê rehşan. Agirê newrozan. Em te ji bir nakin delalê, tu car tu wextan.” Rehşan bi van gotinan ji ser zar û zimanê zarokan heta kal û pîran nakeve û her tim ev stran tê gotin. 
 
MA / Necla Demîr