Şaredarê AKP’î heqaret li jinan kir

  • jin
  • 10:10 20 Çile 2021
  • |
img
RIHA – Şaredarê Kaniya Xezalan Mehmet Yalçinkaya yê AKP’î, di weşana televîzyonekê de ji bo rexneyên li hemberî xwe ev tişt got: “Weke jinan kurtepistî nabe.”
 
Şaredarê navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê Mehmet Yalçinkaya yê AKP’î, di weşana zindî ya televîzyonekê de heqaret li jinan kir. Yalçinkaya, ji bo rexneyên li hemberî xwe û gotegotin ku wê ji peywirê bê girtin, bi van gotinan heqaret li jinan kir: “Alikariya me bikin. Divê peykerê me bi çikandin. Weke jinan kurtepistî nabe.”