Da dû xeyalên xwe û çewlik ava kir

  • jin
  • 09:07 20 Çile 2021
  • |
img

ENQERE - Denîz Demîrtaşoglû ku jiyana li bajêr û kodên civakiyî yên tên ferzkirin red kiriye, ji xwe re li gund erdek kirî û çewlikek ava kiriye. Demîrtaşoglû, xwest jin bi hêza xwe bawer bin. 

Li gundê Memlîk ê navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê, dayika 2 zarokan Denîz Demîrtaşoglû ya 37 salî, bi biryarên ku girtine ji bo gelek hevcinsên xwe bûye mînak. Demîrtaşoglû, ji ber ku ducanî bûye dev ji karê xwe yê li buroya parêzertiyê ya ku lê dixebitî berdaye. Piştî zaroka wê çêbûye, kodên civakî yên tên ferzkirin red kiriye û daye dû xeyalên xwe. 
 
Demîrtaşoglû, piştî dev ji karê xwe berdaye hin lêkolîn kirine û dû re li gund ji xwe re erdek kirê kiriye û çewlikek ava kiriye. Li vê çewlikê dest bi xwedîkirina mirîşkan kiriye û paşê dest bi firotina hêkan kiriye. Dû re dest bi hilberandina berên şîrî kiriye. 
 
DA DÛ XEYALÊN XWE 
 
Demîrtaşoglû, wiha behsa çîroka xwe kir: "Bûbûm du perçe. Hem ji bo ji malbata xwe hem jî ji bo ji heywanên xwe dûr nekevim, min biryar da ku mala xwe bibim gund. Sal û nîvek e li gund im. Ewilî bi me zehmet hat, lê niha em ji jiyana xwe razî ne. Êdî ez û zarokên xwe her roj bi hev re tatştê dixwin, şîvê dixwin. Tiştên em dixwin ne yên fabrîkeyan e. Penêr, nivîşk, şîr û hêkên em hildiberînin dixwin." 
 
Demîrtaşoglû, destnîşan kir ku piştî hatiye gund hin kond û bendên hînbûyî jî şikênandiye û got: "Berê mezinbûn û betonbûna xaniyên bajaran bi min 'luks' û 'bikonfor' dihatin. Lê niha qet ne wisa ye. Li vê mala me gaza xwezayî tune ye, gava em firaqan dişon destê me dicemide û em zivistanê sobeyê datînin. Lê niha heger bipirsin, 'tu dixwazî vegerî jiyana xwe ya berê?' Ez ê bibêjim na." 
 
HÊZA JINÊ 
 
Demîrtaşoglû, destnîşan kir ku gava nû hatiye gudn mirovan gotiye "Ê jinek bi tena serê xwe ev qas tiştî bike?" Demîrtaşoglû, bang li jinan kir û got: "Gava min radihişt kîsekî 50 kîloyî û dida pişta xwe, digotin 'tu yê nikaribî hilgirî.' Min jî digot 'ez ê karibim.' Ez bi hêza jinê bawer dikim û ez baş dizanim gava jin bixwaze tu tişt tune ye ku nikaribe ji derheqê wê derkeve. Jinên dixwazin vî karî bikin, bila qet nefikirin û bikin. Belê, ewilî hinekî zehmet e. Dê jin zîtikan bavêje, dê laşê wan mor bibe, dê laşê wan biêşe lê wexta hûn heywanan hemêz bikin, hûn pir hez ji vî karî bikin. Lewma jinên dixwazin dest bi vî karî bikin, bila bê şik û guman dest pê bikin." 
 
BANDORÊN KRÎZA ABORÎ
 
Demîrtaşoglû, destnîşan kir ku wekî her kesî wê jî nesîbê xwe ji krîza aborî girtiye û got: "Par me bi ceh bi lîreyekê û ka bi 45 qurîşan dikirî, lê îsal 2 qat bihatir bûne. Dibêjin 'ji sedî 50 zem', lê halbûkî ji sedî 100 e. Wê mirov heya kengî îdare bikin, nizanim. Kargehên biçûk wê ikaribin îdare bikin. Niha êdî mirov nikarin heywanên xwe jî xwedî bikin. Bi zebze û bermayiyên xerabe yên li derve heywanên xwe xwedî dikin. Lê heywan nexweş dikevin. Hin jê dimirin." 
 
Demîrtaşoglû, diyar kir ku ji bo ku karibin sûdê ji piştgiriya êm bigirin divê endamên Yekîtiya Şîr bin, lê ji bo bibin endam jî divê şîr bibin wir û got: "Lê em nikarin bibin. Gava em bixwazin krediyê bikişînin dizê îpoetk hebe. Lê ne mimkun e ku îpoteka mirovên wekî min hebe. Cihê me bikirê ye, em bi zorê debara xwe dikin. Dibêjin piştgirî heye, lê ka? Tenê alîkariya zengînan dikin." 
 
MA / Ceylan Şahînlî