Serokê Partiya Pêşerojê ji tundiya li hevjîna xwe kir hat girtin

  • jin
  • 09:47 18 Çile 2021
  • |
img
ERDEXAN - Serokê Partiya Pêşerojê ya Erdexanê Celîl Toprak, bi sûcdariya tundî li hevjîna xwe kir, hat girtin. 
 
Serokê Partiya Pêşerojê ya Erdexanê Celîl Toprak, hevjîna wî ji ber tundiya lê wê kiribû giliyê wî kir. Toprak, li ser vê yekê hat binçavkirin. Toprak, piştî ku li Miduriyeta  Polîsan a Bajêr îfade da, sewqî dadgehê hat kirin. Dozger bi sûcdariya "bi zanebûn birîndarkirin" Toprak bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê kir. 
 
Dadgehê jî bi heman sûcdariyê, derbarê Toprak de biryara girtinê da û şand girtîgehê.