‘Bila Mûsa Orhan were girtin’

  • jin
  • 15:44 16 Cotmeh 2020
  • |
img
ENQERE – Platforma Jinan a Enqereyê xwest çawişê pispor ê dest dirêjî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê were girtin û got ew ê bibin şopînerên dozê.
 
Platforma Jinan a Enqereyê bi daxwaza çawişê pispor Mûsa Orhan ê li Êlihê dest dirêjî Îpek Er a 18 salî kir û bû sedemê kuştina wê li Mor Mekanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne edaleta zilam, edaleta rasteqîn, bila Mûsa Orhan were girtin” hat vekirin. Endama Platformê Fatma Kiliçarslan daxuyanî da û diyar kir ku di doza îro dê were lidarxistin de pêwîste Mûsa Orhan were girtinê û got: “Em ne edaleta zilam, edaleta rastî dixwazin were temînkirin. Bila Mûsa Orhna were girtinê. Heta ku Orhan were cezakirin em ê bibin şopînerên vê dozê.”