Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ji her demê bêtir bi biryar in

  • jin
  • 13:31 12 Cotmeh 2020
  • |
img
ENQERE – Meclisa Jinan a HDP’ê xeta xwe ya nû ya polîtîkayê diyar kir û ev tişt got: “Em ji her demê bêtir bibîryar in. Em ê têkoşîna xwe di nav piştevaniyê de mezin bikin û rê nedin faşîzmê.”
 
Meclisa Jinan a HDP’ê, encamnameya civîna xwe ya ku ji bo diyarkirina xeta xwe ya nû ya polîtîkayê, di 10’ê cotmehê de li Stenbolê li dar xistibû, aşkera kir.  Meclisê di danezana xwe de cangoriyên Komkujiya Enqereyê, bi bîr anî û soza xwe dubare kir ku wê xeyala wan a demokrasî û edaletê pêk bîne. 
 
Encamname bi giştî wiha ye:
 
“Îro konsepta êrîşê ya li ser partiya me zêde dibe. Yek ji armancên van êrîşan jî ev e ku têkoşîn û destkeftiyên jinan ji holê rakin û civakê mehkûmî feraseta mêrserwer bikin. Desthilatdariya AKP û MHP’ê êrîşên xwe yên talan û desteserkirinê aniye asteke din. Bi operasyonan re dixwazin li welatê ku HDP lê tuneye, faşîzmê serwer bikin. Ev operasyon jî tolhildana hilbijartinên di 7’ê Hezîrana 2015’an û hilbijartinên di 31’ê Adarê û ya 23’ê Hezîranê ye. Dixwazin motîvasyona serkeftina civakê ji holê rakin û operasyonên teslîmgirtinê pêk bînin. Jinên ciwan dikin armanca pêşîn a polîtîkayên şerê taybet.
 
EV ÊRÎŞ LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN JINAN E
 
Têkoşîna me jinan û biryardariya me ya îradeya wekhev ji bo demokrasiya welat bûye nefesek. Ev êrîş têkoşîna jinan dike hedef, destkeftiyên jinan desteser dike û dixwaze bi serweriya mêran faşîzmê pêk bîne. Dixwazin destkeftiyên şaredariya jinan tasfiye bikin û jinan bê îrade û bêhêvî bihêlin. Herî dawîn jî şaredariya me ya Qersê desteser kirin, hevşaredara me Şevîn Alaca jî di nav de gelek hevalên me girtin.
 
KOMPLO DIDOME
 
Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê 22 sal in didome. Bi komployê re çareseriya demokratîk a doza Kurdan û demokrasiya li Tirkiyeyê jî dikeve bin tecrîdê. Tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan di heman demê de li dijî bernameya jiyana nû ya wekhevîparêz û azadîxwaz e.
 
Rejîma AKP û MHP’ê demokrasî qedandiye, pergala edaletê bi mekanîznameya bêedaletiyê didomîne û aboriyê têk dibe. Bêedaletiya li her derê jin di serî de, dixwaze jinan derxîne derveyî jiyana civakî û aborî. Qadên jiyanê yên me jinan teng dibe û em hejar dibin. Em ê tevî hemû dînamîkên jinan têkoşîna xwe geş bikin, îro û sibeha xwe teslîmî faşîzmê nekin û dahatûya xwe bi dest bixin. Em amade ne kesên dibêjin qey wê jin stûyê xwe xwar bikin, miradê wan di qirika wan de bihêlin. Pêkanîna Peymana Stenbolê, sekinandina qanûna îstîsmarê û parastina pergala hevserokariyê sedemên bingehîn ên têkoşîna me ne.
 
Em ê tevî hemû rêxistinên jinan hevgirtin û têkoşîna xwe ya hevpar bidomînin û destûrê nedin faşîzmê. “