Adule Kardaş întîhar kir an kuştin?

  • jin
  • 12:43 11 Cotmeh 2020
  • |
img
AMED - Li Navçeya Rezan a Amedê Adule Kardaş darvekirî li malê hat dîtin. Kardaş a bi guman darvekirî hat dîtin cenazeyê wê spartin axê. 
 
Li taxa Şeyh Şamîl a navçeya Rezan a Amedê Jina 50 salî Adule Kardaş, li malê darvekirî hat dîtin. Hat diyar kirin ku di 9'ê Cotmehê de gotiye dê biçe tiştan bikire û eger dereng ma bila meraq nekin. Cîranan diyar kirin ku piştî Kardaş ji malê derket carek din agahî jê nehat girtin. Piştî malbat ketin nava lêgerînê cenazeyê Kardaş, li qatê jor ê înşaetê darvekirî dîtin. Piştî bûyerê agahî dan polîsan. Yekîneyen tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê cenazeyê Kardaş rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubi. Piştî otopsiyê cenaze şandin Erzçiromê. Piştî otopsiya wir cenazeyê Kardaş li Goristana Yenîkoy a Amedê defin kirin.