Çandek kevnare conî û destar: Bi destê jinan zindî maye

  • jin
  • 09:01 11 Cotmeh 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Li herêma Botanê kevneşopiya conî û destar bi destê jinan hêj zindî ye. Jin ji bo amadekariyên zivistanê genim di conî û destar de dihêrin û dibêjin ew ê dest ji vê kevneşopiyê bernedin. 

 
Ji ber pêşketina teknolojiyê gelek amûrên dîrokî bi tunebûnê re rûbirû ne. Yek ji van amûran jî conî û destar in.  Jin bi salane genimê ku di conî û destar de dihêrin û vê kevneşopiyê mayinde dikin. Li Gundê Avgamasya ya bi ser navenda Şirnexê ve jinên ku çand û kevneşopiya bi salane nadin jibîrkirin bi hatina demsala payîzê re ji bo amadekariyên zivistanê genim dikutin. Jin li aliyekî genim dihêrin û li aliyekî jî stranan diavêjin ber hev û distrên. Bi taybetî jî dema jinên kedkar stranên dibêjin ahengiyê bi kutandina genim re jî xweş dibe û ew kêlî hêjayî dîtinê ye. 
 
JI BO EV KEVNEŞOPÎ TUNE NEBE… 
 
Ji şeniyên gund Xezal Bayat a ku bi salane genim bi conî dikute anî ziman ku ji bo ku ev kevneşopî tune nebe ew her sal li ser bênderan bi conî genim dikutin û got: “Ji berê de heta roja me ya îro ev çande didome. Ev çand jî bi saya jinan heta îro hatiye. Berê di berhevkirin û paqijkirina genim de zehmetî hebû. Lê li gel pêşketina teknolojiyê her tiştek hêsan bûye. Berê bi rojan berhevkirina zeviyek genim xelas nedibû. Lê niha di rojekî de dikarin xelas bikin. Zehmetiya berê nema ye. Lê dîsa jî mirov diweste. Em havînan genimê xwe berhev dikin. Bi patosê paqij dikin. Pişt re jî em 3 jin genim tînin û bi conî dikutin. Yek ji me genim dişo û du kes ji me jî bi conî genim dikute. Em qasî 4 seatan dixebitîn. Piştî ku me genimê xwe hêrand em di nav xwarinan de bikar tînin. Genimê ku di conî de tê kutandin hem ji bo tendûristiya mirov baştire û hem jî dibe sedem ku em çanda xwe ji bîra nekin.” 
 
'EM Ê ÇANDA XWE BIPARÊZ IN’ 
 
Ji jinan Xezal Yumak a ku bi destar kezwanan dikute jî diyar kir ku ev çand ji pêşiyên wan ji wekî mîras ji wan re maye û wiha got: “Ev çande me ji berê de heta niha heye. Di berê de dema ku demsala payîzê dihat dayîk û dapîrên me dora destar û conî kom dibûn û bi klaman genim dikutandin. Niha em jî destûr nadin ku çanda me were jibîrkirin. Em hewl didin ku heta dawiyê vê çandê biparêzin. Dema ku demsala zivistanê nêz bû, em jî ji bo amadekariyên  xwarinên zivistanê dest bi kutandina genim dikin. Em her tiştekê xwe bi saya destar pêk tînin. Kezwanên ku em ji Çiyayê Cûdî kom dikin, em tînîn di destar de dikutin û dikin qehwe. Her wekî din genimê ku em di destar de dikutin jî dikin savar. Em dixwazin ku vê çandê bidin berdewam kirin û heta dawiyê bibin."
 
'BI DESTÊ JINAN ZINDÎ YE’ 
 
Zelîha Gûngen jî destnîşan kir ku ew naxwazin ev çand were jibîrkirin û got:" Hewceye ku em li çanda xwe û kevneşopiyên xwe yên kevnare xwedî derkevin. Ger ku ev çanda me heta roja me ya îro hatibe, ev tê wê wateyê ku em xwedî derketine û hin bêtir bidomînin û nedin jibîrkirin. Ev çandeke kevnare ye. Heta ku em bikaribin em ê dest ji vê çandê û kevneşopiyê bernadin. Ev çand çanda jinan e. Ji ber wê jî zindî hiştina vê çandê jî di destê me jinan de ye."
 
MA / Zeynep Dûrgût