Jinên ji şermezarkirina qeyûman dihatin darizandin hatin beraetkirin

  • jin
  • 14:45 9 Cotmeh 2020
  • |
img
STENBOL – Dadgehê derbarê 23 jinên ji protestoya danîna qeyûmên ser şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê dihatin darizandin biryara beraetê da. 
 
Li navçeya Beşîktaşa Stenbolê sala par komek jin danîna qeyûmên ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê hatibû şermezarkirin. Di çalakiyê de 23 jin hatibûn binçavkirin û doz li wan hatibû vekirin. Danişîna biryara doza jinan îro li Dadgeha Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. 23 jinên bi hêceta “Muxalefetiya li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” dihatin darizandin. Dadgehê derbarê jinan de biryara beraetê da.