Li Stenbolê ji bo jinan qadeke nû ya têkoşînê: Komeleya Dema Jinê

  • jin
  • 09:10 9 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL – Li Stenbolê Komeleya Dema Jinê (Kadin Zamani) hat avakirin. Seroka Komeleyê Dîlek Başalan got: "Em tam di wext de dibêjin 'Dema Jinê' ye." 

Li Stenbolê di 28'ê îlonê de bi dirûşmeya "Li dijî cîhana newekhev, em di Dema Jinê de ne" Komelaya Dema Jinê (Kadin Zamani) hat avakirin. Komele, piştî xebata salekê hat avakirin. Piştî hat avakirin gelek saziyên jinan, feminîst, partiyên siyasî û jinên sendîkayî serdana komeleyê kirin. 
 
Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan, diyar kir ku bi 7 kesan dane ser vê rêyê û bal kişand ser armanca komeleyê.
 
7 JIN LI HEV KOM BÛN Û KOMELEYEK AVA KIRIN
 
Başalan anî ziman ku ji zû de li ser komeleyekê hûr bûbûn, lê belê ji ber şewbê taloq kirine û got, armanca wan a sereke pêkanîna rêxistinbûyîna jinê ye. Başalan, da zanîn ku ewilî bi 7 kesan dest pê kirine û got, çend meh şûn de wê desteya giştî li dar bixin û wê hewl bidin vê hejmarê zêdetir bikin. Her wiha Başalanê, bilêv kir ku di warê perwerdehî, hiqûq, çand, huner û malbatê de wê gelek komîsyonan ava bikin û got, kesên ev komele ava kirine ji çandeke têkoşîna jinê tên. 
 
ÇIMA DEMA JINÊ? 
 
Başalan, bal kişand ser êrîşên pergala mêrî yên li ser jinan û got, ev êrîş êdî li tevahiya cîhaê tên dîtin û jin jî bi têkoşîna bersiva van êrîşan didin. Başalan, diyar kir ku têkoşîna jinê heyecanek pir muthîş e û got: "Em dibînin ku jin li ber van êrîşan serî natewînin û berevajî hin detskeftiyên din li destkeftiyên xwe zêde dikin û li ber vê pergalê radibin. Heger sedsala 21'em dema jinê be, nexwe em jî dikarin bibin pêşengê vê." 
 
Her wiha Başalan ji bo navê komeleyê jî diyar kir ku ji bo vê gelek lêkolîn kirine û got: "Lê belê jin pir bi êrîşan re rû bi rû dimînin û li hemberî van êrîşan li ber cwe didin. Berxwedanê demê li ber guhê me xist. Me jîg ot, navê 'dema jinê' navekî di cî de ye. Têkoşîneke bi sedan salan heye. Lê tu carî ev qasî xuyangtir nebûbû. Niha gava em lê dinêrin em dibînin ku jin li cem hev du ne û bi hev re têdikoşin. Tekane armanca me xurtkirin û mezinkirina têkoşîna jinê ye. Lewma em jî dibêjin em tam di wext de dibêjin 'Dema Jinê ye.' Me jî xwest em bi komeleya xwe bibin ebrsiv. Nexasim kêfa jinan pir ji vî navî re hat. Ev jî ji bo me cihê kfêxweşiyê ye." 
 
ATOLYEYÊN XWEBAWERIYÊ 
 
Başalan, destnîşan kir ku wê bi her awayî li ber şideta li jinê tê kirin rabin û got, nexasim jî wê bêtir atolyeyên xwebaweriyê li dar bixin. Başalan got: "Ji lewra gava jinek bi xwe bawer be, bîra xwe kifş bike wê karibe li ber êrîşan rabe. Gava em bi şidetê re rû bi rû dimînin em nizanin em çawa bitêkoşin. Ji ber ku em nizanin em li her derî bi şidetê re rû bi rû dimînin. Ji bo em karibin li be rşidetê rabin divê em hêza xwe û hişê xw exurt bikin. Gava em pratîka vê yekê bikin, jixwe em ê karibin pêşî li şidetê bigirin. Kes nikare bi rihetî tahdê li jineke zane û rêxistinbûyî bike. Ji lewra dizanin ev jin ne bi tenê ne û wê bitêkoşin." 
 
Herî dawî Başalan destnîşan kir ku piştevanî û têkoşîna jinê bêsînor e û got wê navenda xebatên wan Stenbol be lê belê wê li seranserê Tirkiyeyê û pêwendiyê bi jinan re deynin û her wiha wê pêwendiyê bi jinan navneteweyî re jî deynin. Başalan, anî ziman ku li kû dibe bila bibe, çi dibe bila bibe wê li cem jinan bin û bang li jinan kir ku bi hev re komeleyê xurt bikin. 
 
MA / Semra Tûran