3 jinên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn

  • jin
  • 14:30 25 Hezîran 2020
  • |
img
RIHA - Jinên Rihayî, 3 jinên di êrîşa li dijî Kobanê de, jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û gotin: “Ji ber têkoşîna jinan desthilatdariya wê dihejîne, hûn ditirsin ku serdestiya xwe winda bikin.” 
 
3 jinên di êrîşa hewayî ya li dijî gundê Helîcê ya girêdayî Kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dan, li Rihayê hatin bibîranîn. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), li avahiya Rêxistina  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kom bûn, daxuyanî dan çepemeniyê û bûyer şermezar kirin.
 
Hevseroka HDP’ê ya navçeya Halîliyê Hatîce Goktepe, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Emê li dijî vê rewşê bêdeng nemîn in. Em ê li dijî êrîşa li ser jinên kurd ên li Kobanê jî, bêdeng nemîn in, em êrîşê şermezar û lanet dikin.” Goktepe, bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha got: “Ji ber ku têkoşîna jinan desthilatdariya wê dihejîne, hûn ditirsin ku serdestiya xwe winda bikin. Ji bo vê hûn li herê derê êrîşî têkoşîn û destkeftiyên jinan dikin. Têkoşîna jinê, wê li dijî vê hişmendiya we ya hovene, bi rûmet û vîna xwe ya çewherî dewam bike û qezenc bike. Divê tu gumaneke jinan ji vê yekê tune be. Lazime ku jin di hemû qadên civakê de bibin yek, xwe bi rêxistin bikin û hêzê bidin têkoşîna xwe. Ji ber ku jin bi hevre bi hêzin. Divê em li dijî êrîşên topyekûn, berxwedanek topyekûn bi rêve bibin.”
 
Daxuyanî piştî axaftina Goktepe, bi berzkirina dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” û lêxistin çepikan bi dawî bû.