Derya Aydin: Jenosîda hiş û bîra civakî

  • rojane
  • 14:05 26 Gulan 2020
  • |
img

AMED - Nivîskara Rojnameya Xwebûnê Derya Aydin, bi sernavê "Jenosîda bîra civakî" li ser êrîşên li dijî cenaze û goristanan nivîsî û diyar kir ku ji despêka avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha, li dor çarçoveyeke nekropolîtîk, bêgorkirin/bêmezelkirin wek siyaseteke bingehîn li dijî kurdan tê meşandin. Aydin, anî ziman ku bi taybetî ji serê salên 90’an yên bi şer, pevçûn, koçberkirin û îşkenceyê heta niha (ji bilî salên 2013-2015’an) jiyana xwe ji dest dane, pêvajoyeke taybet tê meşandin û got: "Em îro nizanin ku di wan salan de çi hatin qewimîn, kî çawa û bi çi awayî hat kuştin/wendakirin. Lewra em nizanin gora wan li ku ye?" 

 
Rojnameya Xwebûnê ku heftane çê çapkirin, bi hêjmara 23'emîn derket. Rojnameyê vê hefteyê nivîsa Nivîskar Derya Aydin derxist manşeta xwe û bi manşeta "Jenosîda bîra civakî" derket. Nivîskar Derya Aydin, di nivîsa xwe de bal kişand ser feraseta êrîşên li dijî gorên Kurdan. Aydin, di gotara xwe de anî ziman ku bi mirinê re tenê jiyanek nîvco namîne û got: "Her wekî din berxwedan û têkoşîna nîvco mirî jî dimîne û ev yek jî motîvasyona berdewamkirina wê têkoşînê li ser yên mayî ferz dike. Lewre yên mayî, berxwedana wan a nîvcomayî li ser xwe ferz dikin." 
 
 
Gotara Derya Aydin a li ser têgehên "Mirin, birîn û şînê" radiweste wiha ye: 
 
"Mirin, di hişûbîra mîmetîk a civakan de teqabûlî têgehiştinên curbicur dike. Di dirêjahiya dîrokê de, ji felsefeyê heta antropolojiyê, ji psîkolojiyê heta anatomiyê; ji zanistên civakî heta zanistên pozîtîf, têgeha mirinê bûye mijara gengeşeyê ya gelek dîsîplînan. Her çend di gelek zanistan de hatibe gengeşekirin jî, mirov dikare bibêje ku mirin diyardeyeke metafîzîk e. Di van demên dawî de, xerakirina goristanan û êrişên li ser miriyan, careke din hovîtiya nekropolîtîk a desthilatdaran radixe ber çavan. Helbet ev pêşk û polîtîka, tenê nosyoneke “hovîtiyê” nîn e. Di vê polîtîkayê de tiştê girîng ew e ku mirov mekanîzmayên desthilatiyê yên li ser meşandina vê polîtîkayê fehm bike. Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim da projeksiyoneke nekro-polîtîk û panorameyeke giştî ji rabirdûyê heta niha raxim ber çavan. 
 
Her çend mirin wek jiyanê mefhûmeke siruştî be jî, bi mirinê re jiyan qut dibe anku tê merheleyeke dîtir. Lewre têkiliya mirovan a bi mirinê re ne wek fikrî lê wek diyardeyekê derdikeve meydanê. Ji ber karekterê wê yê mutleq, mirin wek hijmetekê tê têgehiştin. Lewre jî di serencama bedenî anku biyolojîk de wek momentekê ye ku ji rehên xwe werdiçerxe. Ji ber ku mirî, her wekî din aîdî dinyayê ne lewre di rîtûelên civakî de ew her hene û her dijîn.  Di nav hemû civak, bawerî û îdeolojiyan de hurmeteke mîmetîk li miriyan tê nîşandan û xizmên wan, nas û dostên wan, piştî mirinê tên ziyaretkirin, seferberiyeke giştî bo hevxemiyê û palpiştiyê derdikeve meydanê. Bi seremoniyên veşartinê yên miriyan, hafizeya civakî careke din tê avakirin û şîn tê girtin, xwarin tê xwarin. Di seremoniyên şîngirtinê de hin kes li xwe dixin, hin kes porê xwe dibirrin, dua dikin an reş girêdidin. Ji ber ku roleke terapîk dilîze, di heft û çilê wan de mirî tên yadkirin. Ji bo ku dewsa ling û bedena miriyan her aîdî vê dinyayê bibe, ji wan re gorek tê çêkirin, wek nîşana aîdbûna vê dinyayê jî kêlikek tê danîn. Lewre di navbera goristan û şîngirtinê de têkiliyeke xurt heye. Goristan  ne tenê nîşana rêzgirtina miriyan e, her wekî din ji bo nas û dostên miriyan jî pêvajoya şîngirtinê temsîl dike. Loma şopên herî watedar li goristanan tên avakirin. Loma wan li keviran xist dewsa lingên xwe, bi xwe bar kirin û çûn.
 
ŞÎNXANEYEK NE DAÎMÎ: KURDISTAN
 
Li Kurdistanê wek gelek tiştan, ev demeke dirêj e, berevajî pêvajoya wê ya “siruştî” şîna miriyan ku di şerê li gel dewletê de jiyana xwe ji dest dane jî li gorî karekterê wê yê etno-kulturî nayê girtin. Nemaze ji despêka avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha, li dor çarçoveyeke nekropolîtîk, bêgorkirin/bêmezelkirin wek siyaseteke bingehîn li dijî kurdan tê meşandin. Lê bi taybetî ji serê salên 90’an yên bi şer, pevçûn, koçberkirin û îşkenceyê heta niha (ji bilî salên 2013-2015’an) jiyana xwe ji dest dane, pêvajoyeke taybet tê meşandin. Em îro nizanin ku di wan salan de çi hatin qewimîn, kî çawa û bi çi awayî hat kuştin/wendakirin. Lewre em nizanin gora wan, cihê wan li ku ye. Fragmana xerabiyê ya bedena miriyan, di hişûbîra civaka kurd de zindî ye; gelek caran bedana rût a miriyan hat teşhîrkirin, ew bi ser hev hatin rêzkirin, wêneyên wan hatin girtin û teşhîrkirin, organên wan hatin jêkirin û li derve hatin hiştin da ku bedenên wan bibin xurê ajalan. Di şer de, gelek kes bi darê zorê hatin wendakirin, bedena wan li ser riyan hatin hiştin û di çalavan de hatin veşartin. Nemaze piştî salên 2000’an, bi xebatên hatî kirin, ev derketin meydanê.
 
CUDAKARIYA ŞÎNÊ YA GIRSEYÎ: HÎYARERŞIYA ŞÎNÊ
 
Heta niha, ne di salên 90’an de ne jî îro, tu carî qetlîamên li Kurdistanê pêk anîn û îşkenceyên li bedenan hatin kirin, li nav civaka Tirkiyeyê nehatin axaftin. Ev bêdengî her wekî din înkarkirina hebûna kurdan bû. Şîngirtina miriyan wek tawanekê hat qebûlkirin û lewre hat qedexekirin. Mirina hêzên dewletê li dor çarçoveya mîtolojiya şehîdbûnê hat pîrozkirin, lê wek zindiyên kurdan, miriyên wan jî bi heman rengî hatin înkarkirin û şîna wan hat qedexekirin. Ev hiyerarşiya şînê wek normeke sereke li ser civakê hat ferzkirin. Kesên ku hatin kuştin ne wek “kuştî” hatin binavkirin, ew wek “berterefkirî” û bedena wan jî wek “leş” hat pênasekirin. Dîsa bi tundî seremoniyên şînê yên malbatan hatin qedexekirin, cenaze hatin desteserkirin. Li Kurdistanê bi hezaran malbat dev ji têkoşîna aqûbeta xizmên xwe bernedan. Ev reftar her çend wek hovîtiyê bên fehmkirin jî, di rastiyê de ev bi awayekî sîstematîk wek parçeyekî muemeleya li dijî kurdan derkete meydanê. Bi hezaran malbat, li pey hestiyên nasên xwe ketin da ji wan re gorekê çêbikin. Lewre jî qedexekirina şîngirtinê, “mirineke dubare” bû ji bo malbatan. Kaşkirina bedena Hecî Loqman Bîrlîk, sekinandina bedena Dayika Taybet bi rojan li kolanan, teşhîrkirina bedena Kevser Elturk, xerakirina goristanan, astengkirina veşartina termê Xatûn Tugluk, xerakirina goristana li Bedlîsê û neqilkirina termê 267 kesan bo Stenbolê, şandina termî bi riya kargoyê û gelek reftarên bi vî rengî vê pirsê tîne bîra mirov: dewlet ji miriyên kurdan çi dixwaze?
 
HÊZ Û SIRÊ MIRIYAN Û SÎNORÊ DESTHILATIYA DEWLETÊ
 
Êrişên li ser goristan û miriyên kurdan, nîşana hêz û bandora miriyan a li ser civakê ye. Lewre mirov dikare bibêje ku ji ber vê karekterê wê nemaze ew rastî êrişên sîstematîk tên. Bi taybetî di merasima veşartina Vedat Aydin de, ku bi hezaran kes beşdarî kiribûn, ev hêz û bandor bi awayekî zelal aşkera bûbû. Dîsa serborî û berxwedana Dayikên Şemiyê ku tu bend û bariyerên dewletê nas nakin jî vê yekê dide der. Nemaze wendakirina bi darê zorê, “mirina derasayî” vê hêz û bandorê hê zêdetir dike. Ev hêz tenê ne di nezera civakî de, her wekî din di warê siyasî de jî encamên girîng bi xwe re aniye. Hemû nimûneyên bi vî rengî vê rastiyê careke din aşkera dike: bi mirinê re tenê jiyanek nîvco namîne, her wekî din berxwedan û têkoşîna mirî jî nîvco dimîne û ev yek jî motîvasyona berdewamkirina wê têkoşînê li ser yên mayî ferz dike. Lewre yên mayî, xwe dixin şûna miriyan û berxwedana wan a nîvcomayî li ser xwe ferz dikin.
 
LI DIJÎ NEKROPOLÎTÎKA Û JENOSÎDA HIŞ Û BÎRÊ; ŞÎN BERXWEDAN E
 
Hemû pratîkên li dijî miriyên kurdan ên dewletê, bi awayekî tesadûfî pêk nehatine. Lewre ev pratîk, li Kurdistanê car caran ne sext bin jî, di esasê de teqabulî polîtîkayeke sîstematîk a dewletê dike. Bêgorkirina/bêmezelkirina kurdan, meseleyeke ne nû ye. Dewsa gora Şêx Seîd û Seyîd Riza îro jî nayê zanîn û ev yek jî nîşan dide ku ev polîtîka bi awayekî sîstematîk nêzî sed salan e tê meşandin. Bi nekropolîtîkayê armanc ew e ku desthilatî bê qayîmkirin, lê şîngirtin, wê desthilatiya vediçirîne û erkeke wê ya berxwedanekê heye. Ev nekropolîtîka, wek berdewama bîopolîtîkayê ye ku ne tenê li Kurdistanê, li Filistîn û Arjantîn jî di nav de, li gelek welatên cîhanê tê meşandin. Ev wek kodeke bingehîn a dewletan e ku dewleta Tirkiyeyê jî vê polîtîkayê li dor çarçoveya avakirina nasnameya tirkbûnê wek xaleke bingehîn dibîne.
 
GORISTAN PÊVENDIYA HIŞ Û BÎRA CIVAKÊ YE
 
Pêwendiya goristan û tarîxê, nemaze di du sed salên dawî de ji aliyê ilmê antropolojiyê ve gelek hatiye pêkolekirin. Hema hema di nav temamî civakan de geh bi awayekî nivîskî, geh jî bi awayekî mîmetîk, mirin di çêbûna hişûbîra civakî de nosyoneke sereke ye. Li dor çarçoveya wan xebatan de mirov dikare bibêje ku “tarîx li mezelan dest pê dike”. Lewre goristan, di çêbûn, pêşveçûn û belavbûna tarîxê de roleke sereke dilîze. Di kolanên arkeolojîk de, di Lahîtan de û li gelek der û deverên cîhanê, ev pêwendî di ronîkirina gelek babetan de derketiye meydanê. Mezel di vê çarçoveyê de wek neynikeke tarîxî ye. Êrişên li dijî goristanan jî di vê çarçoveyê de gelek zelal xuya dibin.
 
ÊRÎŞA GORISTANAN JENOSÎDA HIŞ BÎRA CIVAKÊ YE
 
Di navbera salên 2013-2015’an de ew goristanên hatibûn avakirin ên kesên di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn, mirov dikare wek cihên hafizeyê pênase bike. Ji bo hişûbîra civaka kurd, ev cih xwedî taybetmendiyeke girîng e û derbarê serboriya berxwedaneke bi salan de, malûmatên giranbuha di nav xwe de dihewîne. Di vê çarçoveyê de goristana li Dêrsimê hatibû avakirin, yek û yek wek cihekî yadkirinê hatibû avakirin. Nemaze kesên di sala 1938’an de hatibûn kuştin, di wê goristanê de hatibûn veşartin û êrişên li ser wan goristanan, geh wek neynikeke tarîxî roleke sereke dilîze, geh jî êrişên li ser wan destnîşan dikin ku, dewlet bi tu awayî naxwaze ew hişûbîra civakî ya xwe dispêre rabirdûyekê bê avakirin. Di wê goristanê de hestiyên berxwedêrên eşîra Heyderan ên ji geliyê Laçê hatibûn komkirin hebûn. Hestiyên kurdên berxwedêr ên di sala 1938’an de hatibûn qetilkirin û yên di salên 1990’an de jiyana xwe ji  dest dabûn di wan goristanan de li gel hev bûn. Lewma ew goristan, ne tenê berdewamiya şideta li dijî kurdan destnîşan dikir, her wekî din, hişûbîra berxwedaneke domdar nîşan dida. Êrişên dewletê yên li dijî wê goristanê, di vê çarçoveyê de baştir tên fehmkirin.
 
Xerakirina goristanan, neqilkirina hestiyan bo cihên bêdê û bêbav, li gel taybetmendiya xwe ya “hovîtiyê” teqabûlî êrişeke sîstematîk û domdar a li dijî çêbûna hişûbîra civaka kurd dike. Piştî bidawîkirina proseya aştiyê, dewletê cara yekem êrişî goristanan kir û lewma ev yek ne tesadufî bû. Ji ber ku li gorî kodên damezirîner ên dewletê, hafizeya civakî ya kurd divê neyê avakirin û ji bo wê çiqas hovîtî be jî, divê ew bihata xerakirin. Çimkî goristan navendên berxwedanê ne û xerakirina wan jî nîşaneya avakirina desthilatiya dewletê ye. Çimkî termê ku li axê tê veşartin, hikmê xwe jî li ser axê ferz dike. Anku veşartina termê li axê, kolana hafizeyê ya li ser axê ye. Lewma êrişên li ser goristanan jenosîdeke li dijî hişûbîra civaka kurd e "
 
Hûn dikarin nuçeye ji linga bixwinin 

Sernavên din

11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir