AGIRÎ - Xwişk û birayê Murat Kaya yê li Gundê Mûşiyan ê Navçeya Dutaxê hat kuştin, Maksut û Fettah Yalçin ên piştî serdegirtina malan hatibûn bnçavkirin, serbest hatin berdan.
Li Gundê Mûşiyan ê Navçeya Dutaxa Agiriyê, di 6'ê kanûnê de, eskeran girtibûn ser gund û Murat Kaya yê bavê 3 zarokan kuştibûn. Eskeran piştî serdegirtina gund 3 roj şunde dîsa bi ser gund de girtibûn û xwişk û bira Maksut Yalçın û Fettah Yalçin binçav kiribûn. Eskeran piştî xwiş û bira birin Fermandariya cendirmeyan û îfadeyên wan girtin, serbest berdan. Xwişk û birayên Kaya diyar kirin ku di bin çavan de der barê kuştina bira û nûçeyên hatine çapkirin pirs pirsîne.
Hat diyar kirin ku welatiyên gund Zozan Kaya, Hanim Aksoy, Bîrgul Çetin, Alican Aksoy, Kemal Aksoy, Ahmet Aksoy, Cemal Aksoy, Fikret Çetîn û Mehmet Siddik Çetin ên hatin binçavkirin li Fermandariya Cendirmkeyan a Bajar îfadeya wan bi dawî bûye.
9 kesên ku 5 rojin di bin çavan de ne, tê payin ku wan sewqî dozgeriyê bikin.