MÊRDÎN – Siyasetmedar Hasan Eskîcîoglû, ji ber qeyrana dilî li Girtîgeha Mêrdînê jiyana xwe ji dest da.
Hasan Eskîcîoglû (49) ku demekê Serokê HADEP'a Nisêbînê bû, 7 meh berê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Eskîcîoglû, li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da. Her wiha Eskîcîoglû di hilbijartina 31'ê Adarê de berendamê HDP'ê yê Şaredariya Nisêbînê bû jî.
Cenazeyê Eskîcîoglû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê
Hat hînbûn ku wê cenazeyê Eskîcîoglû sibê li Nisêbînê bê veşartin.