SAKARYA - Hevseroka HDP'ê ya Sakaryayê Nahide Dogan jî di navde 3 kesên duh hatin binçavkirin iro sewqî dadgehê kirin. Dogan hat berdan û 2 kesên din hatin girtin.
Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Sakaryayê Nahide Dogan û welatî Mehmet Mehdi Keklik û Adem Ozgan bi hinceta parvekirina medya civakî duh hatin binçavkirin. 3 kesên duh hatin binçavkirin sewqî dadgehê kirin. 3 kesan piştî li dozgeriyê îfade dan Nahide Dogan hat berdan û 2 kesên din bi îdîaya “propaganda rêxistinê" hatin girtin. Dadgehê der barê Hevseroka HDP'ê Dogan de biryara "Qedexeya dervê welat da. Keklik û Ozgan jî şandin girtîgehê.