RIHA - Walîtiya Rihayê, qedxeya civîn, xwepêşandan û meşan ku mehek bû li bajar didomiya, mehek din jî dirêj kir.
Walîtiya Rihayê, çalakî û şahiyên ku li navçe û navenda Rihayê bên organîzekirin mehek qedexe kir. Walîtiyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku di navbera 28'ê Cotmehê û 28'ê Mijdarê de hemû çalakî û şahiyên ku li navçe û navenda Rihayê bên organîzekirin, hatine qedexekirin.