AMED - Lêgerîna li Şaredariya Karazê bi dawî bû, lê 3 polîs li ber odeya meqam a kîlîtkirî nobetê digirin.
Li navçeya Karaz a Amedê, polîsan serê sibê saet 07.00’an bi ser avahiya şaredariyê de girtin û lêgerîn kirin. Polîsan, diyar kirin ku divê Hevşaredar Rojda Nazlier bê şaredariyê. Dema Nazlier hat şaredariyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Polîsên ku di wesayîtên meqam de lêgerîn kirin, piştî binçavkirina Nazlier dawî li lêgerînê anîn. Piştre destûr hat dayîn ku xebatkarên şaredariyê bikin avahiyê.
Lê polîsan derîyê odeya meqam a hevşaredaran kîlît kîrîn û li ber derî dest bi rawestandinê kirin. Niha 3 polîsa li ber odeya kîlîtkirî nobetê digirin.