NAVENDA NÛÇEYAN - Di lîstina futbolê ya navbera tîmên St. Paûlî û Darmstadt 98’an de hate lîstin, alîgirên St. Paûlî pankarta ‘Bijî Rojava’ vekirin.
Tîmên gogê yên St. Paûlî û Darmstadt 98’an hatin beramberî hev. Di lîstika navbera 2 tîmên gogê de alîgirên St. Paûlî pankarta ‘Bijî Rojava’ vekirin. Li lîstika SV Werder Bremen û Hertha BSC Berlînê de jî alîgirên Bremenê pankarta ‘Destê xwe ji Rojava bikişîne’ vekirin.
Di Lîga 2’emîn a Elmanyayê de li Standa Mîllerntor a Hamûrgê, di lîstina navbera St. Paûlî û Darmstadt 98 an de, alîgirên St. Paûlî ji bo êrîşên Tirkiye ya li ser Rojava protesto bikin, turubun bi paçê kesk, sor û zer xemiland û li gel hildana ala mezin a YPG’ê pankarta ‘Bijî Rojava’ vekirin. Dîsa di lîga 1’ê de, di lîstika navbera SV WErder Bremen û Hertha BSC Berlînê de alên kesk, sor û zer hatin hildan. Alîgirên SV Werder Bremenê pankarta ‘Destê xwe ji Rojava bikişînin’ hildan.